Li Çiyayê Gabarê gefeke nû: 114 bîrên sondajê yên nû tên vekirin

ŞIRNEX - Li Çiyayê Gabarê 99 bîrên sondajê yên petrolê hene û hat zanîn ku tê plankirin ku 114 bîrên nû bên vekirin. Bi vê yekê re talana xwezayê ya li herêmê hêj mezintir bibe.  

 
Lêgerîna petrolê ya di sala 2021’ê de li Çiyayê Gabarê hatiye destpêkirin, bênavber didome. Di bin navê lêgerîna petrolê de heta niha bi sed hezaran dar hatin birîn û gelek herêm bi dînamîtan hatin tunekirin. Li gel lêgerîna petrolê, her wiha ji bo kalekol û quleyên leşkerî bi kîlometreyan rê hate çêkirin û hemû darên li ber van rêyan diketin hatin birîn. Bi vê yekê re herêm bi temamî ji talanê re hate vekirin. 
 
Wezareta Enerjiyê û Şirîkatiya Anonîm a Petrolên Tirkiyeyê (TPAO) heta niha li çiyê 99 bîrên sondajê yên petrolê vekirine. Hedefa her du saziyan ew e ku heta dawiya sala 2025’an 115 bîrên din ên sondajê vekin û rojane derxistina pertrolê ji 84 hezar varîlan derxin 100 hezar varîlan. Bi vekirina bîrên nû re dê bi hezaran dar bên birîn û talana xwezayê roj bi roj zêdetir bibe. Erdnîgariya Botanê ku bi çavsoriya pereyan tê tunekirin, li ber karesateke jêneveger e. Ji ber bîrên sondajê yên beriya niha, avên gelek gundan qirêjî bûn an jî ziwa bûn. 
 
JI GEL RE QEDEXE YE JI TALANÊ RE SERBEST E  
 
Welatiyên li quntarê Çiyayê Gabarê dijîn, ji salên 90’î heta niha bi hinceta “ewlehiyê” nikarin biçin gundên xwe. Lêbelê li van herêmên behsa xeberê xebatên lêgerîna petrolê tên meşandin û dar tên birîn. 
 
Hat zanîn ku ji bo gelek projeyên bîrên sondajê heta pêwîstî bi rapora Nirxandina Bandora Hawirdorî (ÇED) jî nehatiye dîtin an jî biryara “hewcehî bi ÇED’ê nîne” hatiye dayin. Hat zanîn ku ev yek xetereyeke mezin li ser tenduristiya xelkê herêmê dike. Bi vekirina bîrên nû re dê qirkirina ekolojiyê ya li herêmê jî girantir bibe. 
 
MA / Zeynep Durgut