Li Afyonê 5 hektar daristan şewitî

img
AFYON – Li navçeya Hocalarê şewata ku bi daristanê ket hate kontrolkirin, di şewatê de 5 hektar daristan şewitî. 
 
Şewata daristanê ya li gundê Çepnî yê navçeya Hocalar a Afyonkarahîsarê, piştî midaxileyan hate kontrolkirin. Komên agirkujiyê, piştî 12 saetan şewat tefand. Li herêmê xebatên hênikkirinê didomin. 
 
Ji ber şewatê 5 hektar daristan zirar dît. Li qada şewatê xebatên tespîta xisarê didomin.