STENBOL - Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, li pêşiya Girtîgeha Edîrneyê daxuyanî dan û gotin: “Di vê pêvajoyê de gava herî girîng a ku divê were avêtin, cîbicîkirina biryarên DMME’yê û berdana Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û girtiyên doza Kobanê ye.”
Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, çûn serdana Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Selahattîn Demîrtaş ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tê ragirtin. Hevserokên giştî, piştî serdanê li pêşiya girtîgehê daxuyanî dan.
‘DIVÊ BIRYARÊN DMME’YÊ BÊN CÎBICÎKIRIN’
Ji ewil Tulay Hatîmogûllari axivî û got ku hêviya Demîrtaş û Mizrakli ya ji bo aştiyê zêde ye. Tulay Hatîmogûllari, da zanîn ku bi operasyona 4’ê Mijdarê Tirkiye ber bi tarîtiyê ve çûye, bi ser girtina siyasetmedaran re 10 sal derbas bûn û tevî biryara Daîreya Mezin a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî hêj di hundir de tên ragirtin. Tulay Hatîmogûllari, wiha domand: “Tu bingeheke vê ya hiqûqî nîne. Yasa û destûra bingehîn tê binpêkirin. Cîbicînekirina biryarên PMME’yê tê wateya nenaskirina hiqûqa wê. Em qebûl nakin ku hevalên me bi awayekî neheq di hundir de tên ragirtin. Di vê pêvajoya heyî de yek ji gavên herî girîng, cîbicîkirina biryarên DMME’yê û berdana Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û girtiyên ji Doza Kobanê ye.”
Bi domdarî Tulay Hatîmogûllari got ku peyamên girîng ên girtiyan hebûn û wiha pê de çû: “Careke din gotin ku dê heta dawiyê piştgiriyê bidin vê pêvajoya aştiyê. Birêz Selahattîn Demîrtaş jî got ‘Ji bo pêvajo bitendurist bimeşe, divê gav bên avêtin û pêvajoya çêkirina yasayan bilez bibe.’ Berdana Demîrtaş, Yuksekdag û girtiyên din dê ji bo xebatên avakirina aştiya civakî jî gelek sûdewar be. Ez careke din dibêjim ku divê biryarên DMME’yê tavilê bên cîbicîkirin. Divê hevalên me bi xwe bikarin li vir bi awayekî azad biaxivin. Hewceye biryar tavilê bikevin meriyetê.”
‘CIHÊ HEVALÊN ME NE GIRTÎGEH E’
Tuncer Bakirhan jî got ku rewşa girtî ya siyasetmedarên ji Doza Kobanê hatine girtin nayê qebûlkirin û ev tişt anî ziman: “Em di pêvajoyeke nû de ne. Heta kesên bêsûc ku 10 sal in girtî ne neyên berdan dê gel çawa ji vê pêvajoyê bawer bike? Lewma jî divê di serî de rêhevalên me Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û girtiyên ji Doza Kobanê tavilê bên berdan. Cihê hevalên me ne girtîgeh e. Ji bo civakîbûna aştiyê divê bên berdan. Heke bi rastî jî hûn ji pêvajoyê bawer bin, wê demê tu wateya ragirtina wan a di hucreyan de nîne. Dê ji bo pêvajoya heyî gelek sûdewer bin. Cihê wan ne girtîgeh û hucre, kêleka me ye.”
Hevserokên giştî piştî daxuyaniyê ji bo hevdîtina bi Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag, ber bi Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê ve bi rê ketin.