WAN - Di rapora pisporan a ku piştî 6 salan der heqê Evîn Çîçekê ya sala 2019’an de li Erdîşê ji ber nebûna tevdîran li Bendava Morgedîkê jiyana xwe ji dest dabû hatiye amadekirin de DSÎ û qeyûm biqisûr hatin dîtin.
Bendava Morgedîk a ku di sala 1998’an de li gundê Keçan ê navçeya Erdîş a Wanê hatiye çêkirin û di sala 2016’an de hatiye vekirin, ji destpêka avakirina wê heta niha hem zirar daye xwezayê hem jî bûye sedema mirina mirovan. Bendava ku li ser Çemê Delîçayê, ji aliyê Midûriyeta Karûbarên Avê ya Dewletê ve hatiye avakirin wek projeyeke ji bo “pêşketina herêmê” hat pêşkêşkirin. Lêbelê xetên ceyranê yên ji gundê Keçanê re derbas dibin, xetereyê li ser jiyana mirovan çêdike. Di sala 2019’an li gundê Keçanê ji ber bendavê Evîn Çîçek a 9 salî di bendavê de fetisî, di 24’ê Îlonê de Muhammed Alî Çîçek ê li ber ajalan ji ber xeta ceyranê jiyana xwe ji dest da.
Ji ber nebûna tevdîrên ewlehiyê, bendav dibe sedema mirinan. Malbata Evîn Çîçek a ku di Bendava Morgedîkê de fetisî, der barê DSÎ û Şaredariya Erdîşê ya ku ji aliyê qeyûm ve dihat rêvebirin, doz vekir. Doz 6 salan domiya û bi daxwaza 2'yemîn Dadgeha Îdareyê ya Wanê rapora pisporan hat amadekirin. Parêzerê malbatê Bayram Çîçek, rapora pisoran û pêvajoya dozê nirxand, bavê Evîn Çîçekê jî ji bo tevdîr bê girtin bang kir.
PIŞTÎ 6 SALAN RAPORA PISPORAN HAT AMADEKIRIN
Di rapora pisporan a ku piştî 6 salan de hat diyarkirin ku cihê bûyerê xetereyê li ser ewlehiya jiyanê çêdike. Lêkolîna ku di 21’ê Mijara 2023’yan de li cihê bûyerê hate kirin de hat nirxandin ku li dora gola bendavê têl, pejan an tevdîreke ewlehiyê û lewheyên ewlehiyê nehatine danîn û xebatên ji bo kontrol û lênihêrînê kêm in, herwiha cihên xetereyê li ser jiyanê nehatine destnîşankirin. Di raporê de hat tespîtkirin ku Midûriyeta Giştî ya DSÎ'yê ya ku berpirisyarê bendavê ye ji sedî 60 biqisûr e.
ŞAREDARIYA ERDÎŞÊ JÎ BIQISÛR E
Di raporê de hat destnîşankirin ku ev qada ku di nava sînorê şaredariyê de ye, şaredariyê ji bo ewlehiyê ji DSÎ’yê re nivîs şandiye lêbelê tevdîrek nehatiye girtin, gel û nexasim zarok têkildarî xetereyên bendavê de nehatine agahdarkirin û ji ber vê yekê şaredarî ji sedî 20 biqisûr e.
LÊKOLÎN DIDOME
Parêzerê malbatê Bayram Çîçek, diyar kir ku bendav xetereyê li ser ekolojiyê û li ser jiyana mirov çêdike û got: “Bendava ku li ser Çemê Delîçayê hatiye avakirin, di navenda gundê me de hatiye çêkirin. Li ser navê malbata Evîn Çîçekê min doza tazmînatê vekir, lêbelê hêj didome. Di vê dozê de rapora pisporan hat amadekirin. Di raporê de hem DSÎ û hem jî şaredariya ku ji aliyê qeyûm ve dihate rêvebirin, biqisûr hate dîtin. Li gorî rapora DSÎ'yê ji sedî 60, Şaredariya Erdîşê jî ji sedî 20 biqisûr e. Ji ber vê yekê doza me hêj didome.”
‘DIBE SEDEMA MIRINÊ’
Çîçek, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li ser bendavê santraleke hîdroelektrîk hat avakirin. Stûnên ceyranê yên vê bendavê di nava gundê me de derbas dibin. Di 24’ê Îlona 2025'an de Muhammed Alî Çîçek, dema ber stûnên ceyranê de derbas dibû kete ceyranê û jiyana xwe ji dest da. Ev bendav ne tenê li ser xwezayê texrîbatan çêdike herwiha li ser jiyana mirovan jî xetereyê çêdike. Ev bendav ji bo hinekan dibe çavkaniya pereyan ji bo hinekan jî dibe sedema mirinê. Ji bo rawestandina vê bendavê doz hate vekirin lêbelê hate redkirin û bendav hat vekirin. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî projeyên wiha bidomînin.”
‘BILA ZAROKÊN DIN NEMIRIN’
Bavê Evîn Çîçek a ku di sala 2019’an de jiyana xwe ji dest da, Esat Çîçek diyar kir ku ji ber bendavê aramî li gund nemaye û ev tişt got: “Em dixwazin derdora vê bendavê bê girtin. Zarokên min mir lê ez naxwazim zarokên din bimirin. Piştî çêkirina bendavê em mexdûr bûn. Di sala 2019’an de keça min jiyana xwe ji dest da û di Îlona îsal de biraziyê min jiyana xwe ji dest da. Heta derdora bendavê neyê girtin dê ev xetere bidome. Êdî vî gelî mexdûr nekin.”
MA / Zeynep Durgut