DEM Partî bi Wezîrê Dadê Tunç re hevdîtin kir

img
ENQERE - Serokwekîlên Koma DEM Partiyê bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç re hevdîtin kir. 
 
Serokwekîlên Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî li Wezareta Dadê bi wezîr Yilmaz Tunç re hevdîtin kir. 
 
Hevberdevkê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a DEM Partiyê Ozturk Turkdogan jî di şandeya DEM Partiyê de cih girt. 
 
Tê payin ku di hevdîtinê de li ser rewşa girtiyên nexweş, Lijneya Îdare û Çavdêriyê û biryarên dide û sererastkirinên di qanûnan de yên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bên nîqaşkirin.