ROJEVA 25’Ê HEZÎRANA 2025’AN

  • rojane
  • 09:00 25 Hezîran 2025
  • |
img
* Endamê Lineya Rêveber a ADAMDER’ê Muhsîn Dalfîdan diyar kir ku demokratîkbûn ne bi destûra dewletê lê bi têkoşînê dibe û got: “Tirkiyeya bi Kurdan re aştiya xwe kiriye, helbet dê li Rojhilata Navîn bibe aktoreke bihêz.” 
 
* Rojnameger Resûl Geleban diyar kir ku şerê Îsraîl-Îranê li herêmê zemîna guherînê amade kir û got: “Heke PJAK, PDK-Î û Komala bibe yek, dê bikarin konfederalîzma demokratîk a mîn li Rojava ava li Îranê ava bikin.” 
 
* Talankirina daran a li gundên Basret û Zivingo yên li Çiyayê Gabarê berdewam e. Hat dîtin ku pezkoviyên ku li ber tunebûnê û qadên wan ên jiyanê tên talankirin, tevî karikên xwe ji herêmê diçin. 
 
* Li Şirnexê di 3 mehan de li dijî 5 zarokan sûcê îstîsmara zayendî hate kirin. Ji Baroya Şirnexê Emîne Ozdemîr got: “Heta ku daraz piştgiriya faîlan bike, dê îstîsmar ne tenê bûyereke îstîsmarê lê di heman demê de meseleyeke polîtîk be.” 
 
* Dadgerê DMME’yê yê berê Riza Turmen bal kişand ser pêvajoyê û got: “Ev pêvajo firsendekî mezin e. Lê li pêşiya wê astengiya herî mezin, rejîma zextker a li Tirkiyeyê ye.” 
 
*Hunermendên Atolyeyên Sanatolia Kolektîfê destnîşan kirin ku di demeke li ser aştiyê tê axaftin de operasyon nayên qebûlkirin û got: “Ev yek di esasê xwe de jidilbûna nêzî pêvajoyê jî nîşan dide.” 
 
* Welatiyên Liceyê bertek nîşanî lêgerîna petrolê ya li 21 gundên navçeyê dan û gotin: “Malên me, qadên me yên jiyanê talan dikin. Em lêgerînên petrolê naxwazin.” 
 
* Kazim Ekîncî ku bavê wî Şemsettîn Ekîncî piştî 30 salan hatibû berdan û 6 meh piştre jiyana xwe ji dest dabû, got: “Bavê min jiyana xwe ji dest da, bila yên din sax derkevin. Heke îktîdar jidil be, bila tavilê girtiyên nexweş tehliye bike.” 
 
* Aborînas Îlhan Doguş şerê Îran-Îsraîlê nirxand û got: “Hedefa esasî elementên kêm tên dîtin ên li ser xaka Çînê ne.” 
 
* Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê Neslihan Şedal û Abdullah Zeydan ku li şûna wan qeyûm hatibû tayînkirin, dê bi rojnamegeran re bicivin. (09.00)
 
* Danişîna 3’yemîn a “Çeteya Fihûşê” ya li Şirnexê ku leşker jî di nav de ne û 11 sal piştre doz hatibû vekirin, dê li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê were lidarxistin. (10.00)
 
* Şaxa OHD’a Stenbolê dê rapora xwe ya 6 mehan a têkildarî girtîgehên li Herêma Marmarayê li avahiya xwe aşkera bike. (13.00)
 
* Platforma Parastina Jiyanê ya Pîranê dê li dijî qirkirina ekolojîk, li taxa Prejmonê daxuyaniyê bide. (15.00)