Ji civaka sivîl banga pêvajoyê: Çareserî bi edaletê dibe 2025-06-25 10:31:04   AMED - Serokê Rûmetê yê ÎHD’ê Akin Bîrdal, diyar kir ku divê tavilê nav li pêvajoya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hatiye destpêkirin were kirin û bi demê re neyê vehêlandin. Koordînatorê Ekopolîtîkê Tarik Çelenk jî got: “Çareserî, bi edaletê dibe.”    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di 21-22’yê Hezîranê de li Amedê hevdîtina “Rêya Diçe Aştiyê: Heqîqet û Edalet” li dar xist. Serokê Rûmetê yê ÎHD’ê Akin Bîrdal, endama Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Elîf Turan û nivîskarê Ekopolîtîk Tarik Çelenk têkildarî aştiya civakî axivîn.      Akin Bîrdal, diyar kir ku ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd heta niha gelek firsend çêbûne û lê veneguherîne aştiyê. Bîrdal, banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryara xwefesixkirinê ya PKK’ê nirxand û got: “Ev geşedan, ji bo pêvajoyê gelek sûdewer in. Ji bo aştiyeke mayinde û birûmet, êdî dora dewlet, Meclis û rêxistinên civaka sivîl e. Divê ev pêvajo civakî bibe.” Bîrdal, got ku xebata ÎHD’ê, hevdîtina “Rêya Diçe Aştiyê” ya li Stenbolê û hwd. girîng in û got her kes piştgiriyê dide pêvajoyê.    ‘DIVÊ BI DEMÊ RE NEYÊ VEHÊLANDIN’   Bîrdal, diyar kir ku divê pêvajo bi demê re neyê vehêlandin û wiha domand: “Ji ber ku aloziyeke kûrewî heye. Divê Tirkiye çareseriya aştiyane û demokratîk weke firsendekê bibîne û venehêle. Nexwe dibe ku aloziya li herêmê rê li ber pêvajoyê bigire. Divê rêxistinên civaka sivîl li gorî nexşerê û plansaziyekê tevbigerin. Dê kengî, çi were kirin divê were zanîn. ÎHD, bi lidarxistina konferansê nîşan da ku pêdiviya her kesî bi aştiyê heye. Bi konferanseke rêxistinên civaka sivîl, odeyên pîşeyî, rewşenbîr û akademîsyen tev li dibin dikare îradeyeke kolektîf derkeve holê û lijneyek were avakirin. Ew lijne jî dikare di navbera Enqere û Îmraliyê de bibe pirek.”    ‘DIVÊ KOMÎSYON TAVILÊ WERE AVAKIRIN’    Bîrdal, anî ziman ku komîsyona li Meclisê tê avakirin girîng e, divê ev komîsyon bi her kesî re, bi malbatên leşker û gerîlayan re, bi mexdûr û kedkaran re hevdîtinê bike û bernameyên hevpar çêbike. Bîrdal, got divê ev pêvajo qut nebe û ji bo vê tişta ji dest tê were kirin. Bîrdal, destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de edalet girîng e û mînakên li dewletên din da. Bîrdal, 10’emîn Pakêta Darazê, rewşa girtiyên nexweş û siyasî bi bîr xist û got divê dewlet ji bo çareseriyê ajandayekê bixe pêşiya xwe, navekî li pêvajoyê bike, zimanê medyayê êdî zimanê aştiyê be û lêçûnên ji bo şer bên bidawîkirin û dewlet berê xwe bide aştî û xwişk-biratiyê. Bîrdal, destnîşan kir ku divê muxalefet lez bide pêvajoyê û rojeva sereke ya meclisê aştî be.    ÇELENK: DIVÊ QADA SIVÎL JÎ WERE VEKIRIN      Koordînatorê Ekopolîtîkê Tarik Çelenk jî got: “Divê mirov realîst be. Heke dewlet îradeya çareseriyê nîşan bide, mîna qada siyasî divê înîsiyatîfa qada sivîl jî veke. Ji bo vê jî divê zemîna hiqûqî amade bike û temînatan bide. Wê demê dê wateya xebatên civaka sivîl bibin. Divê muhafazakarên Kurd û Tirk jî dakevin qadê û dewlet wan teşwîq bike. Ew li benda vê ne. Mecbûr e malbatên leşker û hêzên ewlekariyê bîne gel hev. Di 2013’an de qada sivîl pir hate vfekirin lê qada siyasî tev li nehat kirin. CHP û MHP tev li nekirin. Pêvajo niha pir nepen û taybet tê meşandin. Tiştên nayên zanîn, ji yên tên zanîn zêdetir in. Em jî bihêvî ne. Divê şefafiyeke hebe ku civaka sivîl bizane ka çi dike.”    ‘ÇARESERÎ BI EDALETÊ DIBE’    Çelenk, anî ziman ku ÎHD û saziyên mîna wê divê bi koordîneyî hewl bidin rêveberên Tirkiyeyê qaneh bikin. Çelenk, got: “Ev meseleye, bi edaletê dikare çareser bibe. Ne bi siyasetê, bi edaletê.”    ELÎF TURAN: DIVÊ CIVAKA SIVÎL BIBE PIR      Endama TÎHV’ê Dr. Elîf Turan jî diyar kir ku dema li çîrokên malbatan guhdarî kirî, geşedanên di 10 salan de qewimîn mîna fîlmekî li pêş çavên wê derbas bûne û got: “Tiştên me bihîstin, nîşan dan ka çiqasî pêwîstiya me bi aştiyê heye. Ji bo dermankirina wan birînan, divê edalet pêk bê. Ji bo vê jî divê hevrûbûnek çêbibe. Pêdiviyeke mezin bi rêxistinên civaka sivîl heye. Ji ber ku hafizeya bajaran e. Divê em ji her du aliyan re vebêjin ka aştî ji bo civakan çiqas girîng e. Divê civaka sivîl di navbera siyaset û civakê de bibe pir û aştiyê vebêje.”    MA / Bêrîvan Altan