Peyama MKG’ê ya 25’ê Mijdarê: Em ê têkoşînê mezintir bikin

  • jin
  • 12:15 25 Mijdar 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - MKG’ê bi boneya 25’ê Mijdarê daxuyaniyek da û got ku rojnamegerên jin li qadan û girtîgehan ji bo heqîqetê têdikoşin û ew ê têkoşîna xwe ya li dijî tundiyê mezintir bikin. 

Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî daxuyaniyek da û xwest, dawî li her cure tundiya li ser jinê bê anîn. MKG'ê bal kişand ser zextên ku jinên rojnameger hem li qadan û hem jî li girtîgehan li dijî wan li ber xwe didin.
 
MKG'ê bi domdarî wiha got: “Weke Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê, ji bo bidawîkirina her cure tundiya li ser jinê careke din dengê xwe bilind dikin. Jin li çar aliyê cîhanê ji mafê jiyanê heta jiyana xwe ya xebatê, ji perwerdehiyê heta jiyana civakî di gelek qadan de tundiya fîzîkî, derûnî, aborî û dîjîtal dibînin. Tundiya li ser jinê ne tenê pirsgirêkeke takekesî ye, pirsgirêkeke sîstematîk a newekheviyê ye ku di hemû astên pêkhateya civakî de heye.
 
TU HEWLDAN DÊ NEKARIN ME TÊK BIBIN
 
Em weke rojnamegerên jin dema ji bo heqîqetê têdikoşin bi tundiyê re rû bi rû dimînin. Em hem li qadan hem jî li ser platformên dîjîtal li dijî gef, cudakarî û zilmê têdikoşin. Lê bila bê zanîn ku ti hewldanek ji bo qutkirina dengê jinan wê me têk nebe. Bi pênûs, mîkrofon û kamerayên me; Em ê têkoşîna xwe ya li dijî tundiyê berfirehtir bikin.
 
EM HEVRÊYÊN XWE JI BÎR NAKIN
 
Em hevrêyên xwe yên li girtîgehê yên bedelên herî giran di vê têkoşînê de dane jibîr nakin. Hevrêyên me yên ku azadiya wan hedef hatiye girtin, bi cesareta xwe hêza xwe didin me. Pênûsên wan bi derbaskirina dîwarên girtîgehan ve qîrîna heqîqetê didomînin. Em bi biryar in ku li derve bibin dengê wan û ji bo bidawîkirina van neheqiyan têbikoşin.
 
TÊKOŞÎNA ME DÊ BIDOME
 
Divê hemû beşên civakê di têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê de divê berpirsyariyê bigirin ser xwe. Xurtkirina torên hevgirtinê da ku jin di medya, hiqûq, siyaset û qadên civakî de bi hêztir cih bigirin. Em bang dikin ku qalibên ku tundiyê xwedî dikin, bên tunekirin û hişmendiya li ser mafên jinan bê zêdekirin. Weke rojnamegerên jin em ê li pey heqîqetê bin û bibin dengê jinên ku dengê wan nayê bihîstin. Ji ber ku em dizanin ku civakek azad û wekhev tenê di cîhanek ku her cure şîdeta li ser jinê bi dawî bibe pêkan e. Di 25'ê Mijdarê de em careke din diqîrin; tundiya li ser jinê sûcê mirovahiyê ye. Têkoşîna me ya wekhevî, edalet û azadiyê wê bidome.”
 

Sernavên din

25/12/2024
11:46 Xeznewî: Heta niha tu caran ji bo tifaqa Kurd hêviyeke wiha mezin çênebûbû
11:13 ‘Ji bo ewlehiya hemû zarokan em xwedî li doza Narînê derkevin’
10:56 Ji balafira li Kazaxistanê ketî 28 kes sax hatin rizgarkirin
10:47 Tulay Hatîmogûllari: Divê deriyên Îmraliyê bên vekirin
10:36 Dadgehê biryara girtina GOÇÎZDER’ê da
10:34 Salih Muslim: Em parçeyeke Sûriyeyê ne û dixwazin daxilî çareseriyê bibin
09:56 MEDYA - DER xwe ji bo serdema nû amade dike
09:54 Sûcên şer ên Tirkiyeyê kirine!
09:35 Di Komkujiya Roboskê de 2 birayên wê hatin qetilkirin, mala wê hat gulebarankirin û ji ber zextê bar kirin
09:06 Pînto: Dê azadiya Ocalan tevkariyê li çareserkirina meseleya kurd bike
09:05 Di sala 2024’an de peyama jinan aşkera bû: Jin, jiyan, azadî
09:00 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2024'AN
24/12/2024
16:18 HSD’ê bîlançoya şer û pevçûnên dawî eşkere kir
16:12 Li Hesekê bi hezaran kes ji bo piştevaniya bi HSD’ê re meşiyan
16:06 Bompeya gazê ya ku Uytunê 18 mehî kuşt, nayê dîtin!
15:27 Ji sînorê Qamişloyê bang kirin: Bila deriyê Îmraliyê bê vekirin!
15:01 Li ser sînorê Pirsûs-Kobanê nobet: Divê rêzê ji bo îradeya gel bigirin
14:53 Dewleta tirk depoyên genim ên Girê Spî bombebaran kir
14:38 Bakirhan: Divê dev ji mijûlkirinê berdin û hevdîtin bi Ocalan re bên kirin
13:47 IFJ: Rojnamegeran berdin
13:47 DEM Partî: Îktîdar di mijara hevdîtina bi Abdullah Ocalan re de siyaseta mijîlkirinê dimeşîne
13:09 Partiyên Tifaqa Kurdistanî: Heke Kurd bibin yek dê muxatab bên girtin
12:44 Bakirhan: Ji 205 welatan tenê Tirkiye li dijî mafên Kurdan e
11:55 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:54 Girtiyên li Girtîgeha Hejmar 2 ya Amedê hatin derbkirin
11:31 Temel: Hişmendiya dewletê ku bikaribe ji çareseriyê re bibe bersiv heye gelo?
11:11 Partiyên Kurdistanî: Statûya Rojava ji bo me di ser her tiştî re ye
11:01 Li Kanîreşê otobûsa rêwiyan wergeriya: 2 kes mirin, 16 kes birîndar bûn
11:00 Li Balikesîrê di febrîqeyê de teqîn: 12 kes mirin, 3 kes birîndar bûn
10:44 'Me berê Kobanê çawa parastibe dê îro jî wisa biparêzin’
10:26 Abdullah Ocalan di hevdîtina 23’yê Cotmehê de ji bo Sûriyeyê çi got?
09:48 Li Girtîgeha Kirşehîrê cezayê 37 girtiyan hat erêkirin
09:47 'Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê modelek e ji bo Sûriyeyeke pirnasnameyî'
09:09 Ji bo girtiyên nexweş banga hestiyariyê
09:04 Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tehliyeya 7 girtiyan hate astengkirin
09:03 Tundî zêde bû, bijîşkan koç kir, di tenduristiyê de rizandin çêbû
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2024'AN
08:55 Ji meteorolojiyê hişyariya barîn, cemed û aşûtê
23/12/2024
21:22 Mezlûm Ebdî bi ENKSˋê re civiya
21:18 Li Cizîrê mirineke biguman
16:53 ÎHD’ê ji bo Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn bang kir
16:09 Ciwanan li ser dîwaran nivîsand: Cîhan û Nazim rûmeta me ne
16:05 DJV’ê ji bo Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê bang li Tirkiyeyê kir
15:57 Temellî: Ji bo serlêdana hevdîtina bi Abdullah Ocalan hêj bersiv nehatiye dayin
15:27 Li ser sînorê Qamişloyê bang kirin: Dê Rojava teqez bi ser keve
15:24 Xwest ji bo Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn Komîsyona Lêkolînê bê avakirin
14:57 Derheqê rojnameger Medîne Mamedoglû de lêpirsîn hate destpêkirin
14:49 Bertek nîşanî qetilkirina rojnamegeran dan: Heqîqet hedef hate girtin
14:40 Ji bo rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan mewlûd hatin dayin
14:22 Ahmet Hakan ê Tahir Elçî kiribû hedef îcar jî qetilkirina rojnamegeran parast
14:20 Li ser sînorê Kobanê-Pirsûsê nobet hate destpêkirin
14:01 Êrişa li Bendava Tişrînê hate têkbirin
13:20 Rapora CHP’ê: Qeyûman bandor li 11 milyon û 202 hezar hilbijêran kirin
13:03 Doza rojnameya Ozgur Gundemê hate taloqkirin
12:57 Derheqê rojnameger Oznûr Deger de lêpirsîn hate destpêkirin
12:55 Seroka IFJ’ê: Tirkiye bi şêwazê mafyayê rojnamegeran hedef digire
11:14 Nivîskarê Fransî Franceschi: HTŞ ajandaya Erdogan bi cih tîne
10:27 ‘Berxwedana li Rojava ji bo pêşeroja Rojhilata Navîn pir girîng e’
10:10 Dayika Cîhan Bîlgîn: Pênûsa wê li erdê nehêlin
09:58 Bi 11 milyon û 246 hezar bêkaran ber bi sala 2025’an ve
09:56 'Ji bo polîtîkaya berfirehkirina Tirkiyeyê tu hincet nîne'
09:55 Makîneya Nazim dê tomarkirina heqîqetê bidomîne
09:01 Hevserokên DEM Partiyî: Divê Abdullah Ocalan were berdan
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2024'AN
08:50 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Pênûsa heqîqetê bûn” derket
07:10 DEM Partî DBP’ê bi Talabanî re hevdîtin kir
07:05 Di êrişa dewleta tirk de li Kobanê dayikek û zaroka wê hatin qetilkirin
07:00 Li Stenbolê 7 rojnameger û 2 siyasetmedar hatin girtin
22/12/2024
17:09 9 jê rojnameger 14 kes bi daxwaza girtinê sewqî edliyeyê hatin kirin
15:47 Li Reqayê 18 DAIŞ’î hatin girtin
15:41 Êrişên dewleta tirk û koma paramîlîter SMO’yê hatin protestokirin
15:16 Qetilkirina rojnamegeran hate protestokirin: Bûn dengê Rojava
15:15 DFG û MKG çûn serdana şîna rojnameger Nazim Daştan
15:05 DEM Partiyê bertek nîşanî lêpirsînan da
14:54 Rewşa girtiyê nexweş Arslan giran dibe: Li ber mirinê ye
14:46 Jinan şîna Cîhan Bîlgîn bi meşekê ziyaret kirin
14:15 Ji ber ‘Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn’ derheqê Baroya Stenbolê de lêpirsîn hat destpêkirin
14:04 Şîna rojnameger Nazim Daştan bi girseyî hat ziyarkirin
13:54 Rêxistinên rojnamegeran ên Başûr qetilkirina rojnamegeran şermezar kirin
13:41 Li Kongoyê keştî noqî avê bû: 38 kes mirin, 100 kes winda ne
11:51 Eniya Jinên Başûr ji bo Rojava bang kir
11:32 Helîkoptera ambulans li nexweşxaneyê xist û ket: 4 kes mirin
11:02 Halîde Turkoglû: Roj roja parastina şoreşa jinê ya Rojava ye
10:09 Dewleta tirk û komên paramîlîter gundên Kobanê topbaran kirin
10:06 Yek ji pêşengên şoreşa jinê: Evîn Goyî
09:52 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:51 Banga lêpirsînê: Mirina her rojnamegerekî/ê mirina rastiyê ye
09:24 Ji ber ‘Daştan û Bîlgîn’ derheqê T24 û Seyhan Avşarê de lêpirsîn hate destpêkirin
09:04 Sermayedaran xweza xwarin û xilas kirin
09:00 ROJEVA 22’YÊ KANÛNA 2024’AN
21/12/2024
16:49 Ji ser sînorê Qamişloyê bang kirin: Hûn nikarin Çapemeniya Azad bêdeng bikin
16:41 Hêrsa li dijî qetilkirina rojnamevanan: Em ê tim heqîqetê ragihînin
16:37 Ji Meclisa Jinên Sûriyeyê deklerasyoneke 13 xalî
16:32 Xwestin girtiyên bi nexweşîna Wernîcke Korsakoffê bên berdan
15:52 Xizmên windayan qetilkirina rojnamevanan şermezar kir
15:48 Ji bo Îsmaîl Bahçecî û rojnamevanên hatine qetilkirin doza edaletê kirin
15:42 Li sînor qetilkirina rojnamevanan hat protestokirin
14:39 HPG: PDK'ê kemîn danî pêşiya tîmek me
13:17 Li Girtîgeha Panosê îşkence li jinên girtî hat kirin
11:50 Ji bo cenazeyên rojnamevanan serlêdan