Îdianame ji 43 rûpelan pêk tê lê navê rojnameger Muftuoglû di 41 rûpelan de tune ye

  • rojane
  • 10:22 6 Kanûn 2023
  • |
img
ENQERE - Danişîna ewil a rojnameger Dîcle Muftuoglû dê bê lidarxistin û di îdianameya wê ya 43 rûpelan de navê wê di 41 rûpelan de tune ye. Li gorî dozger, Muftuoglû jiyana xwe ya civakî ji bo “endamtiya rêxistinê” weke qilfek bi kar tîne. 
 
Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Abdurrahman Gok duh di danişîna duyemîn a dozê de hate tehliyekirin. Danişîna ewil a Edîtora MA’yê û Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû jî dê sibe li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê lidarxistin. 
 
Muftuoglû, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de li gel Edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz di 29’ê nîsanê de hate binçavkirin. Muftuoglû, li gel Yilmaz di 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de ji ber xebatên rojnamegeriyê hat sûcdarkirin û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin. 
 
NAVÊ WÊ DI 41 RÛPELÊN ÎDIANAMEYÊ DE DERBAS NABE 
 
Derheqê Muftuoglû de bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “avakirin û rêvebirina rêxistinê” îdianame hate amadekirin. Îdianame, di 6’ê îlonê de hate qebûlkirin û ji 43 rûpelan pêk tê. 41 rûpelên îdianameya behsa xeberê ji “avadaniya giştî ya PKK û KCK’ê û şêweyê rêvebirinê” pêk tê û îfadeyên şahidên eşkere û nepen ên têkildarî vê şêweya rêvebirinê pêk tên. 
 
Di nava van şahidan de Kerem Gokalp, Samî Baran û Ulaş ên di doza bi daxwaza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatiye vekirin û Doza Kobanê de cih girtin jî hene. Di heman demê de şahidê nepen ê bi koda “K8Ç4B3L1T5” ku derheqê nûçegihanên MA û JINNEWS’ê yên di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqereyê de hatin girtin û di danişîna ewil de hatin berdan de îfade dabû jî heye. 
 
ŞAHIDÊN TÊN NASKIRIN
 
Li gorî îdiaya şahidê eşkere Gokalp; Muftuoglû di sala 2014’an de li qada Xinêrê mehekê ji hêla bîrdoziyê ve hatiye perwerdekirin. Li gorî îdiaya şahidê nepen “K8Ç4B3L1T5” jî Muftuoglû li Amedê bi rêxistinên jinan re nêzî hev in. Her du şahid jî Muftuoglû bi îdiaya “kadroya PKK’ê” tawanbar dikin. 
 
AXAFTINA WÊ YA BI HEVPÎŞEYÊN WÊ RE SÛC E!
 
Di heman demê de axaftinên Muftuoglû yên li ser telefonê bi hevpîşeyên xwe û siyasetmedar û parastvanên mafên mirovan re kirin ku çavkaniyên nûçeyanê jî weke sûc hatine nîşandan. Dozger ev rewş di îdianemeyê de weke “xebata rêxistinê” nirxandiye. 
 
Di îdianameyê de têkildarî hevdîtinên behsa xeberê îdiaya “ji bo vesazkirina xebatên rêxistinî, amadekirina çalakî û xebatan” kiriye. 
 
DÎROK BEREVAJÎ KIR 
 
Yek ji xisûsên din ên balkêş a di îdianameyê de jî serdanên Muftuoglû yên derveyî welat in. Şahidê eşkere Kerem Gokalp îdia kir ku Muftuoglû di sala 2014’an de çûye Herêma Federe ya Kurdistanê. Lê belê Muftuoglû di sala 2017’an ded derketiye derveyî welat. 
 
Rojnameger Muftuoglû ji bo şopandina referandûma serxwebûnê ya Herêma Federe ya Kurdistanê di sala 2017’an de çû herêmê lê di îdianameyê de ev serdan weke sala 2014’an hatiye destnîşankirin. 
 
TAWANBARIYA ‘JIYANA CIVAKÎ’
 
Danûstandina pereyan a Muftuoglû ya di îdianameyê de jî weke hinceta “endamtiya rêxistinê” hate nîşandan. Di berdewamê de hat îdiakirin ku Muftuoglû jiyana xwe ya civakî ji bo “endamtiya rêxistinê” weke qilf bi kar tîne. 
 
Di îdianameyê de wiha hate gotin: “Dema bi awayeke giştî delîlên derheqê gumanbarê de tên nirxandin; gumanbar li Navenda Qada Îdeolojîk a rêxistinê terorê ya çekdar a PKK/KCK’ê li gorî fermanan tevdigere û jiyana xwe ya civakî ji bo nixûmandina vê rewşê bi kar tîne û li gorî nepeniyê tevdigere (...)” 
 

Sernavên din

11/12/2023
21:17 Ji cerdevanên ku tê gotin Gun qetil kirin yek jê teslîm bû
20:40 Rêveberê DEM Partiyê yê di êrişê de jiyana xwe ji dest da hat definkirin
17:44 Der barê êrişa çekdarî ya li hemberî rêveberê DEM Partiyê agahiyên nû
16:25 Nobedên Edaletê didomin: Divê her kes bibe dengê têkoşînê
16:04 Jinên Botanê ji Ocalan re gore û lîf rêsandin
15:33 Darizandina Berdevka DEM Partiyê Dogan hate rawestandin
15:32 Girtiyê di greva birçîbûnê de: Dê çalakiyên me bi ser kevin
15:31 Îstînafê doza eşkerekirina cihê gora Şêx Seîd red kir
15:00 Tuncel: Pirsgirêka kurd bi Ocalan dikare çareser bibe
14:38 Biryara berdewama girtina Semra Guzelê hate dayîn
14:08 Rêveberê DEM Partiyê di êrişê de jiyana xwe ji dest da
13:52 Tundiya polîsan a li dijî rojnamegeran: Gelek caran kulm li dilê min dan
12:57 ‘Midûriyeta perwerdeyê gef li kesên dixwestin Noel’ê pîroz bikin xwar’
11:45 Îsraîlê êrişî Şamê kir
11:39 Kurtenavê nû yê HEDEP’ê bû ‘DEM Partî’
11:23 Li gorî TUÎK’ê hejmara bêkaran kêm dibe!
11:12 Saritaş: Ji bilî yekitiyê tu rêyên me nînin
10:44 Cendirmeyan dîsa êrişî karkerên Ozak Tekstîlê kirin: Gelek kes hatin binçavkirin
10:22 Ji bo rojnamevanê hatiye revandin banga hestiyariyê li rêxistinên pîşeyî kir
10:17 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
10:16 Fîncanci: Neberdana girtiyên nexweş îşkence ye
10:07 ‘Em ê Doza Kobanê vala derxînin û sûcê îktîdarê teşhîr bikin’
09:31 Ji rojnamevan Ehmed 48 roj in agahî nayên girtin: PDK ji jiyana wî berpirsyar e
09:28 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 15’an de didome
09:27 Li ser angaştên pûç HDP dîsa tê darizandin
09:11 Serokê ÎHD’ê Yilmaz: Demokratîkbûyîna Tirkiyeyê bi çareserkirina meseleya kurd pêkane
09:09 Li Rojava Rêzimana Kurmancî ya nû: Armanc standartkirina zimanê nivîskî ye
09:05 Wasiyê Abdullah Ocalan: Divê li dora daxwaza azadiyê bibin yek
09:00 ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2023'YAN
08:10 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Bibin dengê azadiyê” derket
10/12/2023
22:53 Ciwanan tecrîd şermezar kirin
22:48 Li Şirnexê xwendekarê 17 salî xwe kuşt
21:45 Bakkalci: Mirovahî dê rêyeke nû bibîne
21:03 Ocalan di şahiya ciwanan de axivî: Werin em bi pêşengtiya ciwanên xwe vê têkoşînê mezin bikin
20:15 ANKA-DER’ê li Enqereyê konserek li dar xist
18:15 Delegasyona Jinan a Navnetewî serdanên xwe yên li Stenbolê bi dawî kirin
17:37 Li Rihayê li ber miduriyeta polîsan şer derket: Kesek mir 2 kes birîndar bûn
17:32 Temellî: Paradîgmaya Abdullah Ocalan tevî tecrîdê belavî cîhanê bû
17:02 Mitînga ‘Tirkiyeya demokratîk’: Em ê teslîmî tarîtiyê nebin
16:16 Zaroka 13 salî bi zilamê 28 salî re hate nîşankirin
16:13 Hat îdiakirin ku kesê di wesayîta wî de hişbir hatiye girtin çawişê pispor e
16:06 Teqawidan li Enqereyê mitîng li dar xistin
15:29 Ciwanan gel vexwend şahiya 'Vejîneke Ciwan'
15:28 Li 4 bajaran heman daxwaz: Ji Abdullah Ocalan re azadî
15:06 Li Meksîkayê Konfederalîzma Demokratîk hate nîqaşkirin
15:03 Di Roja Mafên Mirovan de ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bang hate kirin
14:48 'Heta birêz Ocalan azad dibe dê têkoşîna me bidome!
14:09 Parêzer Yureklî: Îmrali laboratuara demokrasiyê ye
13:46 Delegasyona Jinê çû serdana Komeleya Dema Jinê
13:18 Qurbaniyên Komkujiya Gar a Enqereyê hatin bibîranîn
11:49 Li Zonguldakê hezaz: Cenazeyên dayik û kurê wê hatin dîtin
11:40 Binpêkirina maf a herî mezin li Îmraliyê tê kirin
11:39 Li Colemêrgê erdhej çêbû
11:17 Hejmara 41’an a Kovara Jînê derçû
11:16 Îşkenceya di dema binçavkirinê de vegotin
10:50 Wezaretê pişaftin piştrast kir: Erebî zimanê perwerdeyê, kurdî dersa hilbijarî ye
10:28 Ji rojnameger Silêman Ehmed 47 roj in tu agahî nayên girtin
10:18 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 14’an de didome
10:17 Ji bo girtiyên nexweş dê Nobeta Mafê Mirovan were girtin
10:08 Di nava du salan de li Rihayê 32 jin hatin qetilkirin
09:10 Yalçin ê OHD'î: Dê serlêdanên me yên ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bidomin
09:08 Karul a ku 86 rojan di greva birçîbûnê de ma: Em bi têkoşîneke topyekûn bibin dengê girtiyan
09:06 ‘Bila Bîrdariya Mafên Mirovan a ku wesayît lê qelibî bê çêkirin'
09:03 Qafeyên ku qeyûm bi milyonan lîreyan çêkir dilopan dikin
09:02 Dayika girtiyê nexweş Boltan: Bila hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2023'YAN
08:23 Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê: 17 hezar û 700 kesan jiyana xwe ji dest dan
09/12/2023
20:12 Bakirhan bi ciwanan re civiya: Xwedî li axa xwe derkevin
17:11 Rojnamevan Elfazî Toral hate berdan
17:04 Bakirhan Dergaha Garîp Dede ziyaret kir
17:01 Ji Nobetên Edaletê banga wijdanî: Divê herkes xwedî li çalakiyan derkeve
16:55 Garibe Gezer li Mêrdînê hat bibîranîn
16:40 ‘Bila girtiyên nexweş ên giran werin berdan’
16:27 Şandeya Navneteweyî serdana parêzerên Abdullah Ocalan kir
16:20 ‘Em ê li pişt daxwazên mafdar ên Dayikên Şemiyê bisekinin’
16:12 Hatîmogûllari: Em ê bikin ku rejîma faşîst paş de gav biavêje
15:47 Li Amedê Meş: Pirsgirêka kurd bi diyalogê çareser bikin
15:43 ‘Heke em bi paşeroja xwe re hevrûnebin, nikarin pêşerojeke baş biafirînin’
14:48 HEDEP: Tunehesibandina kurdî ya Diyanetê munafiqî ye
14:44 Êrişa li dijî Berdevka Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê hate şermezarkirin
14:33 Aqûbeta bavên xwe yê beriya 31 salan hate windakirin pirsîn
14:08 ÎHD, OHD û Baroya Mêrdînê: Dawî li tecrîd û binpêkirinên mafan bînin
13:59 Cezayê dîsiplînê dan girtiyên ketine greva birçîbûnê
13:46 Sancar: Meşa azadiyê tevî astengiyan berdewam dike
13:18 Tirkiye di bombebarana Til Temîrê de 2 zarok û jinek birîndar kirin
13:13 Girtiyê piştî 30 salan hate berdan bi awayekî bicoş hate pêşwazîkirin
12:30 Ji 733 fezlekeyan 512 jê der barê parlementerên HEDEP’ê de ne
11:23 Li Soran sê roj şîn hate ragihandin
11:07 Parêzerê ku ji ber axaftina bi kurdî hat derbkirin: Ev berdewamiya hişmendiya ‘Tirkî biaxive, pir biaxive’ ye.
11:05 Asya Gezer: Em ê dest ji hesabpirsîna Gerîbeyê bernedin
10:34 Ayhan ê beriya 50 salan Abdullah Ocalan nas kir: Tecrîd ji bo Tirkiyeyê tê wateya karesatê
09:31 46 roj in agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayên girtin
09:30 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 13’an de didome
09:28 Ji bo Zindana Amedê bibe ‘Muzeya Mafên Mirovan’ li Enqereyê hevdîtin hatin kirin
09:23 Demîr: Em ê derî bi derî bigerin û behsa tecrîdê û grevên birçîbûnê bikin
09:15 Doza xaniyên xwe yên ku ji ber îhmalkariyê xesar dîtine dikin
09:12 Tatli ya di greva birçîbûnê de: Divê toreke têkoşînê bê avakirin
09:03 Ji endamên HPG'ê yên ku PDK'ê ew girtin, 2 sal in xeber nayê girtin
09:01 Parlamenterê HEDEP’ê Ocalan: Dema azadbûna birêz Ocalan hatiye
09:00 ROJEVA 9'Ê KANÛNA 2023'YAN