Li Pasûrê dema gûzan 2025-10-07 09:02:30   AMED - Li taxên li deverên bilind ên navçeya Pasûrê, komkirina gûzan dest pê kir.   Her çiqas demên komkirina gûzan li gorî avhewa û germahiyê diguherin jî, komkirina gûzan li taxên gundewarî yên li deverên bilind ên navçeya Pasûrê a Amedê dest pê kir. Îsal, barana kêm û germahiya zêde bandoreke nebaş li gûzan jî kir.    Dema ku derz li qalikên hêşîn ên gûzan dikevin, komkirina wan jî dest pê dike. Welatî, di warê hejandina daran de zehmetiyê dikişînin. Tevî xetereyan, welatî hildikişin daran û bi alîkariya siriq gûzan ji daran dikin. Piştî vê gûz dikevin erdê û paşê tên berhevkirin. Piştî vê qalikên gûzan tên rakirin.    Piştî ku gûz ji demekê li derve tên hilkirin, welatî wan dixin kîsan.     MA / Mujdat Can