ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2025'AN 2025-10-06 09:00:01     * Mahmoud Patel ku di pêvajoya aştiyê ya Efrîqeya Başûr de çek berda û bû akademîsyen, diyar kir ku ji bo serkeftina pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê divê Abdullah Ocalan were berdan.    * Tirkiye ku dûrî çareseriya demokratîk disekine, hewl dide li Sûriyeyê bi destê HTŞ û êşîran li dijî Kurdan şer derxîne. Tirkiye ku Dêrazorê, Reqa, Tebqa û Kobanê xistiye hedefa xwe, xebatên xwe yên îstîxbarî kûr dike.    * Jinên tev li "Mihrîcana Hevdîtina Kedê ya Jinan û Çandê" bûn, xwestin mihrîcanên ku keda jinan bêhtir derdixin holê bêhtir bên lidarxisitn û gotin: "Keda me nayê dîtin lê em li vir in."    * Platforma Parastina Zozana Hesendîn a Pasûrê dê li navenda navçeyê mitîngê li dar bixe. (12.30)    * Meşa "Em bi hêvî ber bi azadiyê ve dimeşin" a TJA’yê dê ji Mêrsînê derbasî Enqereyê bibe. Jin dê li Golbaşiyê ji hêla jinan ve bên pêşwazîkirin û piştre jî li pêşiya Girtîgeha Sîncanê daxuyaniyê bidin.  (09.00-17.00) ZINDÎ   * Têkildarî çalakiyên 6-7'ê Cotmehê dê bi tevlibûna Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî li Pirsûs a Rihayê meş bê lidarxistin. (15.00)   * Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir dê beşdarî şeva piştevaniyê ya KATDER'ê bibe. (19.00)