Ji meteorolojiyê hişyarî der barê baranê de 2025-10-05 11:37:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gor daneyên Meteorolojiyê, barana şid a ku dawiya hefteyê li bajarên rojavayê Tirkiyeyê dest pê kiribû, dê ji sibê ve li seranserê Tirkiyeyê belav bibe.    Li gor daneyên Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, dê barana şid a li hela rojavayê Tirkiyeyê berdewam be.    Tê payin ku li Ege, li hêla rojava yê peravên Bera Reş, li derdora Stenbol, Koacelî, Yalova, Bûrsa, Samsûn û Rîzeyê û li Ordû, Gîresûn, Trabzon û Artvînê baran bibare.