Ocalan zêdetirî 26 sal in di şert û mercên ji îşkenceyê wêdetir de tê girtin 2025-10-04 11:01:18   NAVENDA NÛÇEYAN- Abdullah Ocalan, zêdetirî 26 sal in li Girtîgeha Îmraliyê di şert û mercên ji îşkenceyê wêdetir de tê girtin. Her çend CPT raporên xwe eşkere nake jî, Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku bi çavdêriya biryarên DMME'yê hatiye erkdarkirin, ji bilî muhleta ku da Tirkiyeyê tu biryarekê nagire.    Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 9'ê Cotmeha 1998'an de, di bin zexta hêzên cîhanî de, neçar ma ku ji Sûriyeyê derkeve. Ji bo çareseriyeke demokratîk a pirsgirêka kurd, bala xwe da Ewropayê û di 15'ê Sibata 1999'an de ew anîn Tirkiyeyê. Ocalan li Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Girava Îmraliyê ku girtîgeheke bi taybetî hatibû çêkirin û berê hatibû valakirin, di hucreyeke yekkesî de hat bicihkirin.   MERCÊN JI 'ÎŞKENCEYÊ' WÊDETIR    Bîst û heft sal di ser destpêkirina komploya navneteweyî ya li dijî Ocalan re derbas bûn. Di vê heyamê de, tecrîda li ser Ocalan her ku çû girantir bû û hemû mafên wî hatin binpêkirin. Gelekan bûyerên li Îmraliyê bi Guantanamo ya li DYA'yê re qiyas kirin, ku wekî "navenda îşkenceyê" tê zanîn. Her çend di hin aliyan de dişibin hev jî, lê şert û mercên li Îmraliyê ji yên Guantanamoyê hîn dijwartir bûn. Derfetên ragihandinê yên wekî bi malbat, parêzer û serdêran û her wiha telefon, name, faks û telegrafê li Guantanamo qedexe nebûn, lê li Îmraliyê ji van mafan yek jî esas nayên girtin.    OCALAN: BI PERGALEKE 3 STÛNÎ TÊ BIRÊVEBIRIN   Di nirxandinên berê de, Ocalan diyar kiribû ku girtîgeha ku ew lê di tecrîdeke giran de tê girtin, bi pergaleke "sêstûnî" tê birêvebirin. Li gorî Ocalan, lingekî vê pergalê DYA, lingek wê Ewropa û yê din jî Tirkiye ye; "Girtîgeha Îmraliyê ji pergala girtîgehê ya li Tirkiyeyê pir cuda ye. Rewşa girtîgehên din li vir nayê sepandin. Rewş û avahiya wê bi peymaneke veşartî hatiye sazkirin. DYA, bi peymanên veşartî li gelek deveran gelek girtîgehên wiha ava kiriye. Girtîgeha Îmraliyê yek ji girtîgehên taybet e ku ji hêla DYA'yê ve bi peymaneke veşartî hatiye avakirin. Bi vê yekê, raya û erêkirina YE'yê jî hatiye xwestin û wan avahî û şert û mercên vê derê diyar kirine. Divê mirov ji rêzê nêzî Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) nebe; divê neyê dîtin ku ew wekî şandeyek ku dem bi dem tê û diçe; ew ji tiştê ku li vir diqewime haydar in. Ew bi Komîteya Ewropayê ve girêdayî ye, ji ber vê yekê Konseya Ewropayê bi tevahî jê haydar e. Ew dibêjin ku ew ji hêla navendeke krîzê ya girêdayî Serokwezîrtiyê ve tê birêvebirin, lê ne wisa ye. Ew rasterast bi DYA'yê ve girêdayî ye."   ‘KES NIKARE 6 ROJAN ÎDARE BIKE'   Ocalan ku gotibû "Kes nikare di van şert û mercan de şeş rojan jî îdare bike" wiha gotibû: "Em avêtine vir. Ez girtiyê herî giran ê cîhanê me û Rojava jî di nav wan de ye. Pergala cîhana kapîtalîst min girtiye û dewlet min wekî karteke, wekî dîlgirtiyekî digire. Ez li vir dîlgirtiyekî siyasî me. Divê helwesta min bi vî rengî were fêmkirin. Ez dikarim vê yekê bi mînakekê rave bikim: Ez mîna kesekî li ser amûra hilmijandinê me, ew kengî bixwazin dikarin fîşê bikişînin. Tecrîda girankirî jixwe tê wateya darvekirinê. Di bin van şert û mercan de li cîhanê kesekî din tune; tenê ew maye ku ez nemirime."    ŞIRÎKÊ ÎŞKENCEYÊ: CPT!   Kurd û hevalbendên wan bi salan e ji bo guhertina van şert û mercan û bidawîanîna "pergala îşkenceyê" doza guhertin û bidawîanînê dikin. Li gelek welatên cîhanê, bi taybetî li Kurdistan û Tirkiyeyê, gelek xwepêşandan û çalakiyên cuda tên lidarxistin û bi mîlyonan kes beşdar dibin.   Lêbelê, wekî komployê, di helwestên hikûmetên navneteweyî û rêxistinên girêdayî wan de der barê pergala tecrîda Îmraliyê de tu guhertin çênebûye. Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) di nav wan rêxistinan de ye ku çavên xwe ji binpêkirinên li Îmraliyê re digire.   CPT dezgeheke çavdêriyê ya serbixwe ya Konseya Ewropayê ye ku 46 dewlet endamê wê ne. Ew rol û mîsyona xwe wekî "serdana cihên girtinê li welatên endam ên Konseya Ewropayê ji bo nirxandina ka nêzîkatiya li kesên ji azadiya xwe bêpar mane çawaye" pênase dike. Nimûne; cihên girtinê qereqolên polîsan, girtîgeh, navendên girtina ciwanan, navendên girtina koçberan, nexweşxaneyên psîkiyatriyê yan jî malên lênêrîna extiyaran in. CPT her çar salan carekê serdanên periyodîk li her dewleteke endam dike. Ew dikare serdanên ji nişka ve li welatên endam bike "eger ew pêdivî bibîne ku rewşeke cidî heye."    CPT, dikare bêsînor bigihîje hemû cihên ku serdana wan dike û bê sînor bigere. Ew dikare bi kesên ku ji azadiya xwe bêpar mane re hevdîtinên taybet bike û bi her kesê ku dikare agahdariyê bide re bi azadî têkilî dayne. Di dawiya serdanên xwe de, şandeya CPT bi wezîrên peywendîdar an rayedarên hikûmetê re dicive da ku çavdêriyên xwe yên pêşîn pêşkêş bike.   Piştî her serdanê, CPT raporeke berfireh ji dewleta têkildar re dişîne, tevî pêşniyaz, şîrove û daxwazên agahdariyê. Di nav sê heta şeş mehan de piştî raporê, CPT ji rayedarên têkildar agahdariya berfireh der barê tedbîrên ku ji bo bicîhanîna pêşniyazan hatine girtin de dixwaze. Raporên ku ji hêla CPT'yê ve piştî van civîn û têkiliyên "nehênî" hatine amadekirin heya ku rayedarên dewletê yên têkildar daxwaza weşandina wan nekin nayên eşkerekirin. Lêbelê, heke pêşniyaz neyên bicîhanîn, ew xwediyê karbidetsiyê ye ku bi piraniya du-sê endamên xwe, li şûna raporên ku amade kirine, li ser mijarê daxuyaniyekê bide.   Her çend hin welat destûrê didin ku rapora CPT'yê bi bersivên xwe re bixweber were weşandin jî, Tirkiye ne di nav van welatan de ye.   CPT, ji sala 1999'an vir ve neh caran serdana Girtîgeha Îmraliyê kiriye (1999, 2001, 2003, 2007, 2010, 2013, 2016, 2019 û 2022). Raporên şeş ji van serdanan hatine weşandin. Her raporek tecrîda li Îmraliyê ya li ser Ocalan ferz kiriye û binpêkirinên mafên mirovan ên curbicur destnîşan kiriye. Her wiha pêşniyazên curbicur ji bo bidawîkirina muameleya xirab jî dihewîne. Lêbelê, tecrîd û binpêkirinên mafên mirovan berdewam zêde bûn. Ji bilî van "pêşniyazan", tu tedbîr nehatine girtin.   CPT, rapora serdanên dawî yên Îmraliyê bi hinceta nebûna destûra Tirkiyeyê eşkere nekir. Lêbelê, CPT xwediyê karbidestiyê ye ku der barê welatên ku "ne hevkar in" û pêşniyazên wê bicîh naynin de daxuyaniyan bide. CPT, di salên 2001-2003'yan de der barê Rûsyayê, di sala 2011'an de der barê Yewnanîstanê, di sala 2015'an de der barê Bulgaristanê, di sala 2017'an de der barê Belçîkayê, di sala 2019'an de der barê Rûsyayê û di sala 2021'ê de der barê Bulgaristanê de daxuyanî da, hemû jî bêyî destûra welatên endam.   CPT, herî dawî ji 13 heta 22'yê Sibata 2024'an serdana Tirkiyeyê kir da ku muameleya li gel kesên ku di girtîgehên ewlehiya bilind de hatine girtin, lêkolîn bike. Îmralî, di nav girtîgehên ku hatine ziyaret kirin de nebû.   11 SAL IN DER BARÊ 'BINPÊKIRINÊ' DE GAV NEHATINE AVÊTIN   Ji bilî şert û mercên li Îmraliyê, mafên qanûnî yên Ocalan ên der barê azadiya wî ya fizîkî de jî tên paşguhkirin. Piştî ku di destpêka salên 2000'î de li Tirkiyeyê cezayê darvekirinê hat rakirin, cezayê Ocalan hat guhertin ji bo cezayê muebbedê yê girankirî. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) piştî sala 2000'î di rêzebiryarên xwe de eşkere dest bi îşaretkirina "mafê hêviyê" yê girtiyan kir û di vê mijarê de îçtihadeke girîng a dadweriyê pêş xist.   Li gorî biryarên DMME'yê, ragirtina mehkûmên ku dê hetahetayê di girtîgehê de bin bêyî misogerkirina "mafê hêviyê" xala 3'yemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê binpê dike. Di biryara xwe ya Adara 2014'an de, DMME'yê biryar da ku "mafê hêviyê" yê Ocalan hatiye binpêkirin. Biryara "Ocalan-2 Tirkiye" tekez kir ku "girtina heta mirinê" qedexeya îşkenceyê û binpêkirina "mafê hêviyê" ye.   DMME'yê piştre biryarên wekhev ji bo girtiyên bi navê Hayati Kaytan (Îlona 2015'an), Emin Gurban (Kanûna 2015'an) û Civan Boltan (Sibata 2019'an) da.   "Mafê Hêviyê" di qanûnên Tirkiyeyê de cih nagire. Sedema ku DMME biryara "binpêkirinê" da jî ev e. DMME, destnîşan dike ku di vî warî de sererastkirineke qanûnî bê kirin.    Ev yek, tevî Ocalan rasterast zêdetirî 4 hezar girtiyan eleqedar dike.   KONSEYÊ DAXILÎ ROJEVA XWE KIR   Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku berpirsiyarê şopandina bicîhanîna biryarên DMME'yê ye, cara yekem di sala 2015'an de biryara "binpêkirinê" ya têkildar nirxand. Tirkiyeyê di 24'ê Tîrmeha 2015'an de "Plana Çalakiyê" pêşkêşî komîteyê kir. Di plana çalakiyê de hat îdîakirin ku biryara DMME'yê, digel wergera wê, ji hemû dadgehan re hatiye şandin û bi vî awayî hatiye îcrakirin. Lêbelê, biryara DMME'yê nehat bicîhanîn.   Piştî sala 2015'an, gelek serlêdan der barê biryara "binpêkirinê" de hatin kirin. Parêzerên Ocalan, cara yekem di 6'ê Hezîrana 2016'an de der barê "mafê hêviyê" de serî li Komîteya Wezîran dan. Parêzeran piştre der barê pêkanîna "mafê hêviyê" de agahdariyên periyodîk ji komîteyê re şandin. Parêzeran agahdariya xwe ya herî dawî di Tîrmeha 2025'an de şandin. Di agahdariyê de hat gotin ku tevî ku 11 sal derbas bûne jî, hikûmeta Tirkiyeyê li gorî biryara DMME'yê tu gav neavêtiye, ji ber vê yekê, pêwîst bû ku biryar were nivîsandin û ragihandin û prosedura binpêkirinê were destpêkirin.    SERLÊDANA 3'YEM   Ji bilî parêzeran, rêxistinên civaka sivîl ên li Tirkiyeyê jî daxwaznameyek pêşkêşî komîteyê kirin û daxwaz kirin ku DMME biryarên xwe yên li ser binpêkirinên "mafê hêviyê" bicîh bîne û Tirkiye di vî warî de guhertinên qanûnî bike. Serlêdana ku ji hêla Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Lêkolînên Civakî û Hiqûqî (TOHAV) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ve hat pêşkêşkirin, daxwaz kir ku komîte biryara binpêkirinê "lezgîn" binirxîne.   Rêxistinên civaka sivîl serlêdana xwe ya duyemîn di 31'ê Tîrmeha 2024'an de û serlêdana xwe ya dawî jî di Tîrmeha 2025'an de pêşkêşî komîteyê kirin. Rêxistinên civaka sivîl daxwaz kirin ku gavên pêwîst ji bo bicîhanîna biryarên DMME'yê werin avêtin. Di agahdariyê de her wiha ji Tirkiyeyê hat xwestin ku agahî li ser hejmara kesên li Tirkiyeyê bi cezayê muebbedê yê girankirî hatine cezakirin, bide.   Rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî yên wekî Projeya Piştgiriya Dozên Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TLSP), Komeleya Parêzerên Ewropî ji bo Demokrasiyê û Mafên Mirovan a Cîhanê (ELDH), Komeleya Demokrasî û Hiqûqa Navneteweyî e.V. (MAF-DAD), û Koma Hiqûqê ya Londonê (LLG) jî pêşniyaz pêşkêşî komîteyê kirin. Ev cara yekem bû ku rêxistinên maf û hiqûqê yên navneteweyî pêşniyazek di vê astê de pêşkêş dikirin û ji Tirkiyeyê dixwestin ku gavên pêwîst biavêje da ku "mafê hêviyê" misoger bike.   DÎSA MUHLET DA   Komîteyê biryara binpêkirinên "mafê hêviyê" yên piştî 2015'an di navbera 30'ê Mijdarê û 2'yê Kanûna 2021', xist rojeva xwe. Di vê civînê de, heta Îlona 2022'yan muhlet ji Tirkiyeyê re hat dayîn ku tedbîran bigire. Her çend Tirkiyeyê tu tedbîr negirt jî, Komîteyê dosyeya dozê ya bi navê "Koma Gurban" sê sal şûnde, di navbera 17 û 19'ê Îlona 2024'an de xist rojeva xwe. Di vê civînê de, Komîteyê ji Sekreteryayê re talîmat da ku eger Tirkiye tedbîrên erênî negire, pêşnûmeyeke biryareke demkî amade bike û heta Îlona 2025'an muhlet da Tirkiyeyê ku tedbîran bigire.   Di biryara xwe ya demkî ya di civîna xwe ya dawî de, komîteyê ji Tirkiyeyê xwest ku bêyî derengketinê gav biavêje û dîsa salek muhlet da wê. Her wiha diyar kir ku Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya ku li meclisê hatiye avakirin ji bo gavên pêwîst were bikaranîn.   MA/ Azad Altay