Îtîraza rojnameger Dîcle Muftuoglû hate redkirin 2025-10-02 16:17:45   AMED - Hesabê platforma X’ê ya rojnameger Dîcle Muftuoglû li ser daxwaza emniyetê ji hêla “Dewriyeya medyaya dijîtal” ve hatibû astengkirin. Îtîraza li dijî astengkirinê hate redkirin.    Tevî biryara binpêkirinê ya Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) a di 19’ê Sibata 2020’an de jî emniyet, bi rêya “Dewriyeyê medyaya dijîtal” hesabên medyaya dijîtal asteng dike. Di vê çarçoveyê de, li ser daxwaza Midûriyeta Emniyetê ya Amedê, hesabê X’ê ya edîtora Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîcle Muftuoglû jî di nav de bi giştî 25 hesabên Instagram, Facebook û X’ê yê hatin astengkirin.    Dîcle Muftuoglû, ji bo rakirina biryara astengkirinê ya 5’emîn Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Amedê, bi rêya parêzerê xwe Resûl Tamûr serî li 1’emîn Dadgeriya Cezayên Sulhê da. Dadgeriyê, biryara astengkirinê guncav dît û îtîraz red kir.    Dîcle Muftuoglû, bi sedema binpêkirina “azadiya fikr û xweîfadekirinê” û “binpêkirina mafê xweîfadekirinê” dê bi rêya parêzerê xwe serî li AYM’ê bide.