Foza Yûsif ji bo meşvanên jin peyam şand: Dema azadiya Rêber Apo ye 2025-10-02 13:11:59   AMED - Endama Konseya Serokatiya PYD’ê Foza Yûsif ji bo meşa bi dirûşma “Em bi hêvî ber bi azadiyê ve dimeşin” peyamek şand û got: “Dema azadiya Rêber Apo ye.”    Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji Amedê ber bi Enqereyê ve bi dirûşma “Em bi hêvî ber bi azadiyê ve dimeşin” meşê li dar dixe. Endama Serokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif ji bo meşê peyamek şand.   Foza Yûsifê di peyama xwe de wiha got: “Bi navê hemû jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ez silavên germ û hezkirina xwe ji bo hemû jinên ku beşdarî vê meşa bi rûmet dibin re dişînim. Jinên ku daxwaza azadiyê dikin, Rêber Apo li Tirkiyeyê pêvajoyek dîrokî da destpêkirin. Armanca wî ew e ku hemû pirsgirêkan bi awayekî aştiyane li ser navê gelan û jinan çareser bike. Em bawer dikin ku ev ne tenê ji bo Bakur, lê ji bo tevahiya Rojhilata Navîn mifteya vejîneke nû ye. Ew ê pirsgirêkan di bingeha xwe de çareser bike. Ji bo ku ev pêvajo bi ser bikeve, divê pergala Îmraliyê were hilweşandin û Rêber Apo di şert û mercên azad de siyasetê bike. Ji ber vê yekê, em dengê xwe bi dengê we re dikin yek û dibêjin: dem dema azadiya Rêber Apo ye. Bi îradeya jinan, em dikarin hemû astengiyan ji holê rakin. Bijî têkoşîna hevpar a jinan. Bijî şoreşa me ya ‘Jin, jiyan, azadî'.”