Ji Hondurasê banga ji bo piştevaniya bi gelê Kurd re 2025-10-01 13:54:19   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Eseperenza yê Hondurasê hevdîtina gelên xwecihî û tevgerên civakî hat lidarxistin û ji bo piştevaniya bi gelê Kurd re bang hate kirin.    Di navbera 26-30’ê Îlonê de li bajarê Esperenza yê Hondurasê hevdîtina “3’yemîn Hevdîtina Gelên Xwecihî yên Amerîkayê û Tevgerên Civakî ya Mezoyê” hat lidarxistin. Hevdîtin bi malovaniya Konseya Neteweyî ya Hemwelatî û Rêxistinên Gel a Hondurosê (COPINH) hate lidarxistin. COPINH, ji hêla rêbera Gelê Xwecihî Lencayê Berta Cáceres ve hatibû avakirin ku di sala 2016’an de ji hêla hêzên paramîlîter ve hatibû qetilkirin. Nûnerên tevgera Kurd jî tev li hevdîtinê bûn. Ji Panama, Kosta Rîka, El Salvagor, Meksîka û Guatemalayê gelek delege tev li bûn.    Di hevdîtina çar rojan domiya de axaftin hatin kirin, girîngiya konfederalîzma demokratîk a li seranserî cîhanê û rola têkoşîna hevpar a di piştevaniya navneteweyî de derketin pêş. Jinên COPINH’î û nûnerên tevgera Kurd ên jin bi hev re atolyeya “Heta jin azad nebin civak azad nabin” li dar xistin. Di atolyeyê de jinan tecrûbeyên têkoşîna azadiyê ya jinan vegotin.    Di encamnameyê de hat destnîşankirin ku ew piştgiriyê didin têkoşîna gelê Kurd a ji bo diyarkirina qedera xwe û “azadiya lîderê dîrokî yê gelê Kurd Abdullah Ocalan” jî di encamnameyê de cih girt. Beşdaran, da zanîn ku Berta Cáceres yekemîn kes bû ku têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi wan da naskirin û wiha gotin: “Xwedîderketina li têkoşîna gelê Kurd, xwedîderketiya li wesyeta Bertayê ye.”    Di dawiya hevdîtinê de hemû delegeyan, ji bo piştevaniya bi gelê Kurd re peyameke hevpar a bi dîmen parve kirin.