Li Edeneyê dîwar bi graffîtên Abdullah Ocalan hatin neqişandin 2025-10-01 09:42:59   EDENE - Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê li navçeya Seyhanê gelek dîwar bi graffîtên Abdullah Ocalan neqişand û got ku dê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan têkoşînê mezintir bikin.    Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê li navçeya Seyhanê ya Edeneyê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li taxên navçeyê dîwar bi graffîtên Abdullah Ocalan xemiland. Li gel graffîtan, her wiha dirîşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Rêbertiya azad, ciwanên azad” hatin nivîsandin. Ciwanan, têkildarî mijarê daxuyanî dan.    Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hevalên wan di roja yekşemê de ji hêla “endamên şerê taybet” ve rastî zext, îşkence, xesp, gef û tundiyê hatine û wiha hate gotin: “Li dijî kesên dixwazin me bitirsînin û serî bi me bidin tewandin, peyama me zelal e. Tu hêz dê nekarin me ji têkoşîna me bikin. Zext û hewldanên serîtewandinê tenê dê hêzê bidin me. Em ê xebatên xwe yên ji bo azadiya Rêber Apo mezintir bikikn. Her kesên daxwaza jiyaneke birûmet dikin divê ji bo azadiya Ocalan yekser bikevin nava tevgerê.”