Komîsyon dê li rêxistinên hiqûqê guhdarî bike 2025-09-29 15:57:44   ENQERE - Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê dê di civîna xwe ya 13’emîn a di roja 2’yê Cotmehê de li rêxistinên hiqûqê guhdarî bike.    Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ku di çarçoveya çareseriya pirsgirêka Kurd de hatiye avakirin, dê di civîna xwe ya 13’emîn a di 2’yê Cotmehê de li rêxistinên hiqûqê guhdarî bike. Civîn, dê saet di 11.00’ê de bê lidarxistin.    Di rûniştina ewil a civînê de ku dê bi pêşengtiya Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş bê lidarxistin, li Komeleya Hiqûqnasan, Enstîtûya Hiqûqê ya Tirk, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Parêzerên Sosyal Demokrat (SODAD) û Komeleya Lêkolînên Hiqûqî (HUDER) guhdarî bike. Di rûniştina duyemîn de jî dê li Prof. Dr. Abdurrahman Eren, Prof. Dr. Fazil Husnu Erdem, Prof. Dr. Îlhan Uzulmez, Prof. Dr. Mahmut Koca û Prof. Dr. Bahrî Ozturk guhdarî bike.