Prof. Enzo Traverso: Meseleya Kurd derbasî qonaxeke dîrokî bû 2025-09-29 13:42:59 ENQERE - Prof. Enzo Traverso, piştgiriya xwe ya bi pêvajoya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd re ragihand û got: “Meseleya neteweyî ya Kurd êdî derbasî qonaxeke dîrokî bûye.”    Yek ji entelektuelên navdar ê Ewropayê dîroknas û teorisyenê siyasetê yê Îtalî Prof. Enzo Traverso ji DEM Partiyê re nameyek şand û diyar kir ku piştgiriyê dide Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Traverso, destnîşan kir ku meseleya neteweyî ya Kurd ketiye “qonaxeke dîrokî” û bang li çep a cîhanê kir ku xwedî li vê veguherînê derkeve.   Peyama Traverso wiha ye: “Meseleya neteweyî ya Kurd ketiye qonaxeke dîrokî. PKK'ê biryar da ku dest ji têkoşîna çekdarî berde, xwe fesix bike, veguhere avaniyeke ku demokrasiyê diparêze, bi rê û rêbazên aştiyane tevdigere û veguherîna sosyalîst pêk bîne. Ev biryar bêguman tercîheke gelekî zehmet e. Bi dîtina min, divê çep a cîhanê bi rengekî erênî vê veguherîna stratejîk pêşwazî bike û wêrekiya mirovên ku ev biryar dane pîroz bike. Niha demeke nû ya siyasî destpê kiriye. Dibe ku ev pêvajo bi rewşeke nediyar, zor û zehmetî û astengiyên nayên payin dagirtî be. Lê belê ji bo rêveçûnê her tim pêwîstî bi wêrekî û biryardariyê heye."   ENZO TRAVERSO KÎ YE?     Enzo Traverso, di sala 1957'an de li Îtalyayê ji dayik bû û piştî ku ji Zanîngeha Cenovayê mezûn bû, di sala 1989'an de li Parîsê li École des Hautes Études en Sciences Sociales’ (EHESS) doktoraya xwe kir. Demeke dirêj li Fransayê li zanîngehên cuda dersên li ser zanistiya siyasetê da. Ji sala 2013'an û vir ve jî li Beşa Dîrokê ya Zanîngeha Cornellê ya li DYE'yê profesoriyê dike.   BERHEMÊN WÎ     Traverso bi karên xwe yên li ser dîroka siyasî û entellektuel a Ewropa ya sed salî tê naskirin. Çend ji berhemên wî yên naskirî jî bi vî rengî ne: “Marksîst û Pirsgirêka Cihûyan”, “Agir û Xwîn: Şerê navxweyî yê Ewropayê 1914-1945”, “Dîrok weke qada şer: Şîrovekirina zordariya sedsala 20'an”, Dawiya Modernîteya Cihûyan: Dîroka Werçerxeke Muxafazakar”, “Rexnekirina Barbariya Modern”, “Şoreş: Dîrokeke Entellektuelê”, “Melankoliya Çep: Marksîzm, Dîrok û Hiş”, “Rêbera Bikaranîna Rabirdûyê: Dîrok, Hiş, Polîtîka” û Çavkaniyên Tundiya Nazî”