Li Pasûrê demsala serrezê dest pê kir 2025-09-29 09:34:31 AMED - Li Pasûrê ku bastêq, dims û benî bi rêbazên kevneşop tên çêkirin, demsala serrezê dest pê kir.  Li navçeya Pasûrê ya Amedê ku ji ber guherîna avhewayê berhemdarî lê kêm bûye, demsala serrezê dest pê kir. Bi hatina biharê re sexbêra rezên li navçeyê dest pê dike û bi demsala payîzê re welatî dest bi komkirina berheman dikin. Bi hatina demsalê re welatiyên gundê Eskarê qazanên mezin danîn û dest bi çêkirina bastêq, dims û benî kirin. Ava tiriyê ku hatiye perçiqandin di qazanên mezin de tê kelandin û piştre jî bi rêbazên kevneşop berhemên cur bi cur jê tên çêkirin. Di demsala serrezê de dîmenên xweşik derdikevin holê.