Rojnameger Yalçin hate berdan 2025-09-26 14:46:50   STENBOL - Di danişîna doza rojnameger Celalettîn Yalçin de ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” dihat darizandin, biryara tehliyeyê hate dayin.    Danişîna ewil a doza rojnameger Celalettîn Yalçin ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin, li 37’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê hat lidarxistin. Yalçin ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Kirşehîrê tê ragirtin, bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bû. Parêzerê Yalçin, Hevserokê Giştî yê OHD’ê Serhat Çakmak jî di danişînê de amade bû. Hevserokê DFG’ê Selman Çîçek, rojnameger û malbata Yalçin jî di danişînê de amade bûn.    Yalçin xwest parastina xwe bi Kurdî bike û dadgehê qebûl kir. Serokê dadgehê got ku Dadgeha Bilind cezayê Yalçin belta kiriye û nirxandina Yalçin jê pirsî. Yalçin jî got ku ku biryara Dadgeha Bilind qebûl dike.    Dozgeriyê xwest rewşa girtî ya Yalçin bidome.    Yalçin jî li dijî mutalaayê parastina xwe kir û got: “Nêzî 3 sal in girtî me. Hem min hem jî malbata min ji hêla madî û manewî ve zehmetî kişand. Daxwaza beraet û tehliyeya xwe dikim.”    Parêzer Çakmak jî bi bîr xist ku miwekîlê wî zêdetirî 2 sal in girtî ye, beriya niha jî hatibû girtin û hema hema tevahiya înfaza xwe temam kiriye. Çakmak biryara dadgeha bilind bi bîr xist û daxwaza tehliye û beraetê kir.    Şandeya dadgehê jî bi şertê kontrola edlî biryara tehliyeyê da.