Dayika Rojîn Kabaîşê: Bila kiryar bên dîtin û cezakirin 2025-09-26 09:06:05   AMED - Dayika Rojîn Kabaîşê, Aygul Kabaîşê diyar kir ku ji bo tiştê bi serê keça wê de hatine neyên serê tu kesên din, ew ê dest ji bûyerê bernedin û xwest ku kiryar bên dîtin û cezakirin.    Salek di ser mirina biguman a xwendekara pola yekem a Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê Rojîn Kabaîşê re derbas bû. Rojîn Kabaîş ku di 24'ê Îlonê de bi bavê xwe re ji mala xwe ya li Amedê ber bi Wanê ve bi rê ket, piştî di 27'ê Îlona 2024'an de ji wargeha xwe ya li Wanê derket careke din venegeriya. Piştî lêgerînê, cenazeyê Rojîn Kabaîşê di 15'ê Cotmeha 2024'an de li Taxa Molla Kasimê li peravên Gola Wanê hat dîtin. Tevî salekê jî, di dosyeya lêpirsînê ya der barê mirina Rojîn Kabaîşê de tu pêşveçûn çênebûye. DNA'ya ku li ser cenazeyê Rojîn Kabaîşê hat tespîtkirin ku wekî ya du mêran e û lekeya xwînê ya li ser atlêtê wê hat tespîtkirin ku ya jinekê ye, hê nehatine aşkerakirin ku aîdê kê ne. Hê jî li ser dosyeyê biryara nepenîtiyê didome. Ligel vê malbat, tevî Baroya Wanê û Baroya Amedê têkoşîna xwe ya hiqûqî didomîne.    PIŞTÎ 24 SAETAN HAYA MALBATÊ JÊ KIRIN   Dayika Rojîn Kabaîşê, Aygul Kabaîş ku li ser mirina biguman a keça xwe axivî, diyar kir ku roja piştî windabûna Rojînê, polîsan gazî wê kiriye û jê re gotine ku keça wê venegeriyaye wargehê. Aygul Kabaîşê got ku piştî telefonê ew çûne Wanê. Aygul Kabaîşê got: "Piştî 24 saetan haya me pêxistin û em çûn Wanê. 24 saeta derbas bûye hê haya me pêxistin. Di wê demê de çi ji destê wan bihata dikarîbûn bikin."    18 ROJAN LI PERAVÊ GOLA WANÊ MA   Aygul Kabaîşê diyar kir ku ew 18 rojan li peravên Gola Wanê li keça wê geriyane û got: "Rojîn neketiye avê. Divê nebêjin, 'Ew ketiye nav avê û xeniqiye.' Çi bûye, li dibistanê bûye, tiliya wargehê jî tê de ye."   BANG LI HEVALÊN WÊ YÊN ODEYÊ KIR   Aygul Kabaîşê bilêv kir ku keça wê roja ku ew winda bûye bi dîmen lêgeriyaye û kêfa wê li cih bûye û got: "Hevala odeyê ya Rojînê telefonî wê dike û dibêje, 'Tu li ku yî?' Rojîn dibêje, 'Ez li ber marketê me.' Paşê, Rojîn dîsa telefonî wê dike û dibêje, 'Dema ku tu hatî şarjê min bîne.' Hevala wê ya odeyê şarjê girtiye û çûye. Di çenteyê Rojînê de şarj tunebû. Du heb hebûn."   Dayik Aygul Kabaîş bang hevala odeyê ya keça xwe kir û got: "Te şarjê wê bir, tu çi dizanî bibêje. Çima vedişêrî? Tu îro veşêrî, sibê tu yê nikaribî veşêrî. Rojîn jî wekî te bû."   Aygul Kabaîşê destnîşan kir ku ew hem ji wargehê û hem jî zanîngehê bi gilî ne û got: "Wargeh dibêje, 'Em heta saet 23:00'yan malbatan agahdar nakin.' Divê we paşê wan agahdar bikira. Çima hûn roja din saet 12:00an wan agahdar dikin? Em ê heta sax bin em ê gilîdar bin. Bila Xwedê heqê ji wan re nehêle. Em dixwazin kujer werin dîtin û cezakirin."   'ROJÎN NE EW KES BÛ KU XWE BIKUJE'   Aygul Kabaîş li ser îdiayên ku keça wê xwe kuştiye bertek nîşan da û got: "Rojîn ne ew bû ku xwe bikuje. Ew ji avê ditirsiya. Rojînê qet întihar nekiriye. Em ê tu carî vê yekê qebûl nekin. Heya em sax bin em ê dest ji vê dozê bernedin. Em dixwazin ku ew her tiştî ji me re bibêjin, her tiştî aşkera bikin. Ev yek bi serê Rojînê hat, lê em naxwazin bê serê keseke din. Em qebûl nakin. Salek derbas bû. Çawa kezeba me şewitî, bila ya wan jî bişewite. Heya kujer bên dîtin em ê bitêkoşin. Çima ev tişt anîn serê Rojînê? Derûniya me hemûyan xera bûye, em dermanan bi kar tînin. Me ew emanetî wargehê û mamosteyan kir. Çima xwedî lê derneketin? Em dixwazin kiryar bên dîtin û cezakirin."    MA / Rûkiye Payiz Adiguzel