Ava qirêj a 8 navçeyan diherike Gola Wanê 2025-09-25 09:06:31 WAN - Ji ber ku tesîsa dawerivandina ava bermayî kêm hatiye avakirin, ji sedî 70'yê ava kanalîzasyonê ya 8 navçeyan rasterast diherike Gola Wanê. Gol, her roj bi bermayiyên endsturî, biyolojîk, heywanan û qenalîzasyonan qirêjtir dibe.    Ji ber ku Tesîsa Dawerivandina Ava Bermayî ya Boyolojîk a Wanê kêm hatiye avakirin, ava kanalîzasyonê ya 8 navçeyan rasterast diherikên Gola Wanê û ev yek golê her roj qirêjtir dike. Qeyûmê hat tayînkirin jî, bêyî tesîs temam bibe merasîma vekirinê li dar xist û Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan jî bi rêya vodeokonferasnê beşdarî vekirinê bû. Qeyûm, ji dêvla ku budçeyê ji bo temamkirina tesîsê xerc bike, ji bo qadên ne girîng xerc kir û ji ber vê Gola Wanê her diçe qirêjtir dibe. Li gor daneyên qirêjiyê yên Gola Wanê ku ava kanalîzasyonê ya 8 navçeyên derdorê bêyî bê dawerivandin diherike nava wê, di saniyeyekê de hezar û 800 lître ava laximê diherike golê. Cihokên ku diherikên golê jî, rojê bi tonan çopan ber bi golê ve dibin.    PROJE ASTENG KIRIN, RÊ LI BER QIRÊJIYÊ VEKIRIN   Berî tayînkirina qeyûm, Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve dihat birêvebirin, di sala 2014'an de bi beşdariya Yekitiya Ewropayê ji bo avakirina Tesîsa Paqijkirina Ava Bermayî ya Biyolojîk a Navenda Wanê û guhertina xeta kolektorê ya ku ber bi wê ve diçe, 56 milyon Euro alîkarî îmze kir. Li gorî projeyê, dê avakirina tesîsê di sala 2018'an de dest pê bikira. Proje ku dê xwediyê hemû unîteyên modern bûna û enerjiya xwe hilberandana û heya sala 2048'an têra Wanê bikira, piştî qeyûm hat tayînkirin ji aliyê Midûriyeta Giştî ya VASKI'yê ve hat betalkirin. Bi vî awayî bi deynê bi kredî ji Îlbankê hatibû kirin zirareke mezin çêbû. Tesîsa ku di sala 2021'ê d ehat çêkirin, çendî bû mijara raporên plana çalakiyê ya Gola Wanê jî, bi awayekî kêm û kapasîteyeke kêm hat sêwirandin. Ji ber vê ava bermayî ya ber bi golê ve ji sedî 20-30 rasterast diherike golê.    BERÎ TESÎS BÊ TEMAMKIRIN QEYÛM HAT TAYÎNKIRIN   Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan ku di sala 2024'an de hatin hilbijartin, ev mijar anîn rojevê û gotin ku gelek beşên tesîsa dawerivandinê nehatine çêkirin. Hevşaredar Zeydan diyar kir ku mijarek ewqas krîtîk nikare ji raya giştî were veşartin û soz da ku ew ê pêşî li ekokujiyê bigirin. Hevşaredar Zeydan û Neslîhan Şedalê ku dest bi xebatên projeyê kirin, Wezareta Jîngeh û Bajarvaniyê jî di nav de bi gelek saziyan re hevdîtin kirin. Lêbelê, gava hewldanên hevşaredaran ên krediya ji bo temamkirina tesîsî dewam dikirin, qeyûm tayinî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat kirin. Heya niha qeyûm ji bo tesîsê tiştek nekiriye û Gola Wanê jî her diçe qirêjtir dibe.