Sal û 8 meh cezayê girtîgehê li rojnamevan Kaya hat birin 2025-09-24 18:26:32   AGIRÎ - Sal û 8 meh cezayê girtîgehê li rojnamevan Abdullah Kaya hat birin.    Li rojnamevan Abdullah Kaya yê li navçeya Giyadîn a Agiriyê dijî, sal û 8 meh cezayê girtîgehê hat birin. Bi îdiaya "hedefnîşandana peywirdarekî cemaweriyê" li Kaya yê ku di hilbijartinên giştî yê sala 2023'yan de wêneyê hatina cerdevanekî biçek a dibistanê kişandibû, doz hat vekirin. Danişîna dozê îro li Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Giyadînê hat lidarxistin. Dadgeriyê sal û 8 meh cezayê girtîgehê li Kaya birî û biryara paşê eşkerekirina hukum da.