Çelenk: Têgehên Ocalan dê ji bo aştiyê sûdewer bin 2025-09-24 16:03:22   ANKARA  - Nûnerê EKEAV’ê Tarik Çelenk di civîna komîsyonê ya li Meclisê de axivî û got: “Geşedanên li Kobanê û Hewlêrê, dê yekser bandorê li pêşeroja hundir û derve ya Tirkiyeyê bikin.”    Di civîna 12’an a Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê de li saziyên fikrî û lêkolînê tê guhdarîkirin. Di civînê de Nûnerê Weqfa Çand, Perwerde û Lêkolînê ya Ekopolîtîk (EKEAV) Tarik Çelenk axivî. Çelenk, diyar kir ku pirsgirêka Kurd ne tenê pirsgirêka navxweyî ya Tirkiyeyê ye lê di heman demê de pirsgirêka Rojhilata Navîn e. Çelenk, bal kişand ser girîngiya polîtîkayên hevkariyê û hêza nerm û got: “Geşedanên li Kobanê û Hewlêrê, yekser bandorê li pêşeroja hundir û derve ya Tirkiyeyê dikin.”    ‘DÊ JI BO AŞTIYÊ SÛDEWER BE’   Çelenk, da zanîn ku têgehên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên weke “neteweya demokratîk, entegrasyona demokratîk û KCK” dikarin ji bo aştiyê sûdewer bin lêbelê divê aliyên Tirk û Kurd paradîgmayeke hevpar a li gorî van têgehan biafirînin. Çelenk, got: “Li gel têgehên Ocalan, divê têgehên ne dabeşkar, xizmetê ji aştiya Tirk û Kurdan re dikin bên afirandin. Ev valahî, divê bi xebateke cuda were dagirtin.”    ‘ÇARÇOVEYA ROJHILATA NAVÎN’    Bi domdarî Çelenk, anî ziman ku divê pirsgirêka Kurd di çarçoveya Rojhilata Navîn de were nirxandin û wiha pê de çû: “Di demeke Tirkiye pirsgirêka Kurd a navxweyî çareser dike de divê ji bo xizmên wan ên derve jî siyaseta hêza nerm bi kar bîne. Ev yek dê ewlehiya xwişk-birayên me yên Tirkmen jî bi xwe re bîne. Weke kesekî li her bihosta Îran, Iraq û Sûriyeyê geriyayî dibêjim; projeya yekitiya neteweyî, divê li Hewlêr, Silêmaniye û Kobanê şênber bibe.” Çelenk, got ku miletên li Tirkiyeyê pir di nav de çûne lê otorîterbûn û qelsbûna saziyan hêviya pêşerojeke balkêş nade. Çelenk, da zanîn ku Tirkên li Rojhilata Navîn li şûna netewe-dewletê, mîna YE’yê pergalên konfederal tercîh dikin û wiha pê de çû: “Ev jî dişibe teza konfederalîzma demokratîk. Rabûrdiya demokratîk a Tirkiyeyê dikare ji bo gelên Rojhilata Navîn bibe deriyek. Ev yek dê ji utopyaya netewe-dewleteke Kurd bêhtir modeleke realîst be.”   'HEVRÛBÛNA DÎROKÎ Û DERSÊN REFORMÊ’    Çelenk, pêvajoya reforman a 200 salên Osmaniyan û Komarê weke pêvajoyê îbret pênase kir û got: “Reformên Ermen, Arnavut û Gavonan bi inyeteke baş dest pê kirin lê bi xwe re veqetîn û pevçûn anî. Damezirînerên Îttîhat Terakiyê yên Kurd, ji Balkanan heta Sakaryayê şer kirin. Lêbelê Îhsan Nûrî Paşa ê li Sakaryayê şer kirî, 6 sal piştre pêşengtiya serhildaneke Kurdan kir. Kesên wekî Halît Îbrahîm Beg, Yûsûf Ziya Beg ên di nava burokrasiya Osmaniyan de gihayîn jî tev li tevgerên neteweyî bûn. Rewşenbîrên Kurd beriya berê xwe bidin siyaseta dabeşkar, pirsa ‘gelo dewlet dê pirsgirêkê çawa bi hiqûqê çareser bike?’ kirin. Bersiva pirsa ‘çima wiha bû?’ mifteya aştiyê ya bêdawî ye.”    REXNEYA ‘TIRKIYEYA BÊTEROR’   Di berdewamê de Çelenk destnîşan kir ku meyla heyî ne li ser têgehên “Pirsgirêka Kurd û demokrasiyê” ye lê piranî xwe dispêrinên têgeha “Tirkiyeye bêteror” û ev têgeh rexne kir. Çelenk, got: “Ev dibe ku rê li ber pêvajoyeke din a diqerisîne veke. Dibe ku çekberdana PKK’ê serkeftinên teknîkî bi xwe re bîne lê tesfiyeye siyasî û rewşên awarte dibe ku pirsgirêka ewlehiya sînor bi xwe re bîne. Di nava 20 salên dawî de gavên wêrek hatin avêtin. Lêbelê divê aliyên aîdiyeta hevpar bên xurtkirin û dewlemendiya çandî û curbicuriya etnîkî were pêşxistin.”    PÊŞNIYAR    Çelenk, got ku divê nexşerêya çareseriyê were zelalkirin û hêj di serî de xetên sor bên diyarkirin û ev tişt anî ziman: “Xwedûrxistina ji têgehên demokrasî û pirsgirêka Kurd, dê xetereyên li ser diyalogê zêde bike. Divê ji gel re bê vegotin ku heta bi aliyan re neyê axaftin dê pirsgirêk çareser nebe. Divê rêxistina civaka sivîl tev li pêvajoyê were kirin, qadên deşarjkirina hestiyarî bên vekirin, têkilî bi Kurdên li Îran, Iraq û Sûriyeyê re bên danîn û çîrokên hevpar bi drama û weşanan bên parvekirin. Li gel têgehên Ocalan, divê têgehên hevpar ên Tirk-Kurd ên xizmetê ji aştiyê re dikin bên afirandin. Divê sînorên cografîk bên rakirin. Hewceye gavê weke balafirên Amed-Erzirom, Amed-Silêmaniye bên avêtin.”