Kampanyaya DEM Partiyê ya 'Em aştiyê dixwazin ji ber ku' mezin dibe HATE NÛKIRIN 2025-09-23 13:52:51 AMED - DEM Partiyê bi daxwaza ku pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk û aştiyane were çareserkirin, kampanyaya "Em aştiyê dixwazin ji ber ku" da destpêkirin û kampanya li gelek bajaran belav bû.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî9, ji bo pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane were çareserkirin, kampanyaya îmzeyan a “Em aştiyê dixwazin ji ber ku” da destpêkirin. Starta kampanyayê, li Amedê bi daxuyaniyekê hate dayin. Daxuyanî, li pêşiya Ceylan Karavîl AVM’ê hate dayin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl piştgirî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Em aştiyê dixwazin, ji ber ku em di wê baweriyê de ne ku komara demokratîk ava bikin” hate hilgirtin û dirûşma “Bijî aştî” hate berzkirin.    'BANGA OCALAN NEXŞERÊ YE’     Hevseroka Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) Yeter Erel Tuma di daxuyaniyê de axivî û got: “Banga birêz Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de nexşerê ye. Pêdiviya gelan bi aştî û demokrasiyê heye. Em îro ji bo azadiya Abdullah Ocalan kampanyayê didin destpêkirin. Divê mafê hêviyê yê Abdullah Ocalan were cîbicîkirin. Misogerkirina vî mafî ne tenê misogeriyeke şexsî ye lê misogeriya civaka demokratîk e.”    Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn jî got: “Siyaseta şer; kedxwarî, tundî û komkujiya li dijî jinan mezin kir û rê li ber têkçûneke giştî vekir. Em ne mehkûmî siyaseta şer û tarîtiya bi xwe re afirandî ne. Em aştiyê dixwazin. Bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk re hêviya gelan a aştiyê mezintir bû. Niha jî ji bo demokrasî, wekhevî û azadiyê em li dora bangê dicivin. Em, civakeke hemû gel û bawerî azad û wekhev dijîn diparêzin. Em aştiyê dixwazin ji ber ku li gorî me çareseriya demokratîk a pirsgireka Kurd misogeriya demokrasî, azadî, wekhevî û edaletê ye.    Em hemwelatiya li ser bingeha wekheviyê dixwazin. Em aştiyê dixwazin ji ber ku xizanî, bêkarî û kedxwariyê qebûl nakin. Em aştiyê dixwazin ji ber ku em li dijî êrişên ser jinan û destkeftiyên wan têdikoşin û jiyaneke azadiya jinê diparêzin. Em aştiyê dixwazin ji ber ku em polîtîkayên tundî û komkujiyên dijî jinan kûr dikin qebûl nakin.”    Pitşî daxuyaniyê, starta kampanyaya “Em aştiyê dixwazin ji ber ku” hate dayin.      KAMPANYA LI BAJARÊN DIN JÎ BELAV BÛ    Li bajarên Edene, Colemêrg, Wan, Çewlig û Dêrsimê jî kampanya hate destpêkirin. Kampanya dê di tevahiya meha Îlonê de bidome.