Li Mêrsînê kesek hate binçavkirin 2025-09-23 10:08:52   MÊRSÎN - Li navçeya Yenîşehîrê ya Mêrsînê bi ser malekê de hate girtin û ciwanê bi navê Sîpan Aysal hate binçavkirin.    Îro di danê sibehê de polîsan li navçeya Yenîşehîrê ya Mêrsînê bi ser mala xwendekarê zanîngehê Sîpan Aysal de girtin. Di serdegirtina malê de lêgerîn htae kirin û piştre jî Aysal hate binçavkirin. Sedema binçavkirina Aysal nehate zanîn û birin Midûriyeta Emniyetê ya Mêrsînê.