Di dibistana Çapemeniya Azad de stûnek: Seyît Evran 2025-09-21 10:10:01   ŞIRNEX – Rojnameger Ekrem Berekat ku mamosteyê xwe rojnameger Seyît Evran vegot, diyar kir ku Evran stûneke dibistana Çapemeniya Azad bû û got: “Dibe ku ji hêla fîzîkî ve bi me re nebe lê tiştên wî hîn kirin hêj dijîn.”   Ji kedkarên Çapemeniya Azad Seyît Evran, di 22’yê Îlona 2023’yan de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 54 saliya xwe de li nexweşxaneya lê dihat tedawîkirin jiyana xwe ji dest da. Evran, di sala 1969’an de li navçeya Hênê ya Amedê ji dayik bû û di çarçoveya xebatên rojnamegeriyê de 30 salan li her çar parçeyên Kurdistanê geriya. Evran, di 11 saliya xwe de şahidiya darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê kir û bû şahidê sepanên dermirovî.    Rojnameger Evran, di nava 30 salan de kevneşopiya Çapemeniya Azad di serî de Kurdistan, li Rûsya û Ermenistanê jî dewrî hemû rojnamegerên pê re xebitî kir. Evran, li Zanîngeha Çukurovayê Gurbetellî Ersoz nas kir û di serdemeke şer giran bûyî, gund dihatin şewitandin û cînayetên kiryarnediyar dihatin kirin de dest bi xebatan kir. Di sala 1994’an di Rojnameya Ozgur Ulkeyê de dest bi xebatê kir.    Evran, Berpirsyarê Karên Nivîsan a Ozgur Ulkeyê b û û di şeva 3’yê Kanûna 1994’an de ofîsên wê yên li Stenbol, Enqere û Amedê hatin bombekirin. Di êrişan de Ersîn Yildiz jiyana xwe ji dest da û 23 xebatkarên rojnameyê jî birîndar bûn. Evran jî bi awayekî rasthatî bêyî birîndar bibe rizgar bû. Dema nûçe dişopand gelek caran bi mirinê re rû bi rû ma. Evran, di sala 2015’an de bû yek ji damezirînerên Akademiya Çapemeniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Evran, di akademiyê de li ser kevneşopiya Çapemeniya Azad ders da û rê nîşanî gelek hempîşeyên xwe da.    Evran, di sala 2017’an de jî derbasî Herêma Federe ya Kurdistanê bû û li vir gelek nûçeyên girîng çêkir. 4 sal piştre dîsa derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Di vê navberê de li dijî nexweşiya dil li ber xwe da. 2 caran ji dilê xwe emeliyat bû. Lê tevî hemû zehmetiyan jî heta dawiya emrê xwe dev ji têkoşîna xwe berneda. Evran, di 22’yê meha Îlonê de ku digot “Her cara tê ez xemgîn dibim” de jiyana xwe ji dest da. Di peyama li pey xwe hêlatî de jî got: “Ji bo ku mirov her kêliya jiyanê watedar bike, hewcehî bi têkoşîneke mezin heye. Ez jî ji bo vê wateyê têkoşiyam.”    Rojnameger Ekrem Berekat ku yek ji 6 xwendekarên ewil ê Akademiya Çapemeniyê ya Seyît Evran vekirûbû ye, tiştên bi Evran re jiyayî û bandora Evran a li ser pêşketina Çapemeniya Azad a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vegot.    ‘PEYV BI TÊRÎ VEGOTINA WÎ NAKIN’   Berekat, got: “Mirov nikar heval Seyît weke mirovekî asayî vebêje. Peyv, bi têrî vegotina wî nakin. Yek ji stûna herî saxlem a dibistana ji bo Çapemeniya Azad hatibû vekirin bû. Jiyana wî mînak bû. Li ku bûya, li wir jiyanek aj dida. Li ku b3uya li wir hezkirin, rêzgirtin, exlaqê partiyê hebû.    Min hevalê Seyît di sala 2012’an de nas kir. Mi perwerdeya ewil a rojnamegeriyê ji heval Seyît girt. Salên ewil ên şoreşê bû, li ser navê Çapemeniya Azad tiştek li Rojava tune bû. Jixwe rejîma Baasê ji bo Çapemeniya Azad ava nabe her tişt kiribû. Yek ji hevalên ewil ên ji bo perwerdekirina me hatibû, heval Seyît bû. Gotineke wî pir bandor li min kir. Ji me re got; ‘Ji vir şûnde em ê dîroka xwe bi xwe binivîsin. Nivîsandina vê, peywira we ye.’ Min jî jê re got; ‘Çima em?’ Ji me re got ku heta niha em azad nebûn lewma her tim dagirkeran dîroka me nivîandine. Piştre jî me bi hev re gelek xebat kirin. Tecrûbeyên xwe her tim parve dikir. Hemû pirsên me di bersivand. Her tim dikeniya û mirûzê wî xweş bû. Li cihê xwe nedisekinî. Dema min jê pirsa ma tu na westî dikir, digot; ‘Ez deyndarê tevgera azadiyê me, nikarim bisekinim.’ Her tim xwe deyndarî gelê Kurd di dît. Çûbûya ku derê ji xwe parçeyek dihişt. Ji hêla fîzîkî ve niha bi me re nîne lê tiştên hînî me kirî hêj dijîn. Bîra Çapemeniya Azad bû. Dema kamera digirt destê xwe kesê herî keyfxweş ew bû. Dema li ser komputerê nîçe dinivîsand, dê bibêjî qey pê re şer dikir. Her tim dinivîsand.”   ‘ÇÎROKBÊJEKÎ BAŞ BÛ’   Ekrem Berekat, da zanîn ku Seyît Evran bandoreke mezin li ser wî û hevalên wî yên rojnameger kiriye û got: “Hem şoreşgerî hem jî rojnamegerî hînî me kir. Bandor li her kesî kir. Kesek nîne ku tiştek ji heval Seyît negirtibe. Di hemû kovar, rojname, radyo, televîzyon û hwd. ên li Rojava de keda wî heye. Di sala 2012’an de cara ewil li ser israra heval Seyît beşdarî televîzyonekê bûm. Çîrokbêjekî baş bû. Dema bo me behsa Mazlum Dogan dikir, dê bibêjî qey bi wî re jiyaye û bandoreke wisa çêdikir. Heval Seyît ji bo me şensekî mezin bû. Şehadeta wî bo me windahiyekî mezin bû. Heke niha hêj bijiya, Çapemeniya Azad niha di astekî din de bûya.”    BARÊ XWE DEWRÎ ME KIR    Berekat, got ku Seyît Evran gelek caran daxwaza xwe ya dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan aniye ziman û axaftina xwe wiha qedand: “Her tim dixwest Rêbertiyê zindî bibîne. Dema behsa Rêbertiyê dihat kirin, çavên wî dibiriqîn. Heke dîmenên dawî yên Rêbertiyê bidîta dê gelek keyfxweş bûbûya. Dilsoziyeke wî ya kûr bi Rêbertiyê re hebû. Her tim digot ‘Dê tevgera azadiyê bi ser keve.’ Niha barê xwe dewrî me kir. Em ê cihê heval Seyît lê hiştî vî bartî rakin û xebatan bidomînin.”    MA / Emrullah Acar