Der heqê nûçegihana me ya nûçeya çeteya fihûşê çêkiribû de lêpirsîn hat vekirin 2025-09-19 15:24:40 ŞIRNEX - Der heqê nûçegihana me Zeynep Durgutê de ku “Çeteya fihûşê” ya li Şirnexê kiribû nûçe, lêpirsîn hat vekirin. Lêpirsîn, li ser giliyê serokê çeteyê Kenan Tatar û birayê wî Nîhat Tatar hatiye destpêkirin.    Der heqê nûçegihana me Zeynep Durgutê de ku “Çeteya fihûşê” ya sala 2013’an a li Şirnexê bi raya giştî re parve kiribû, lêpirsîn hate destpêkirin.  Di “Çeteya fihûşê” de endamên malbata Tatar, çawişên pispor û efser jî di nav de 25 kesan cih digirt. Dosyaya ewil a nûçeyê di 24’ê Sibatê de hate weşandin û di îdianameyê de Kenan Tatar weke serokê çeteyê hatibû destnîşankirin. Hat zanîn ku lêpirsîna der heqê nûçegihana me de, li ser giliyê serokê çeteyê Kenan Tatar û birayê wî Nîhat Tatar hatiye vekirin. Di çarçoveya lêpirsînê de nûçegihana me Zeynep Durgut tevî parêzerê xwe çû Şaxa Midûriyeta Ewlehiyê ya Midûriyeta Emniyetê ya Cizîrê û îfade da.    Zeynep Durgut, bi sûcdariya “Yekser agahiyên xelet bi gel re parve kiriye” îfade da. Zeynep Durgutê di îfadeya xwe de anî ziman ku nûçeya behsa xeberê li gorî îdianameya der heqê çeteya fihûşê de çê kiriye û tu tiştên ku gel xelet agahdar bikin di nûçeyê de nînin. Zeynep Durgut, destnîşan kir ku nûçeya çêkirî rast e û armanca wê agahdarkirina raya giştî ye. Zeynep Durgutê da zanîn ku piştî çêkirina nûçeyê, malbata Tatarê gef lê xwarine û di meha Hezîranê de der heqê wan de serlêdana sûc kiriye.