Li Tirkiyeyê cara ewil li ser formayê tîmekê dirûşma bi Kurdî cih girt 2025-09-16 15:10:02   AMED - Li ser formayê Amedsporê ku di Lîga 1’emîn a Trendyolê de dilîze, dirûşma bi Kurdî cih girt.    Amedspor ku di Lîga 1’emîn a Trendyolê de ji bo şampiyoniyê têdikoşe, mohra xwe li dîroka Tirkiyeyê xist. Amedsporê, hefteyek berê bi yek ji markayên qedîm ên Amedê Tezgel Komê re peymana sponsoriya sing kir. Di çarçoveya peymanê de Amedspor bi formayên logoya sponsor a bi dirûşma bi Kurdî derket sehayê.    Li ser formayê dirûşma “Koma me bona we” heye û ji hêla Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê ve hate erêkirin. Di dîroka Tirkiyeyê de cara ewil e li ser formayê tîmekê dirûşma Kurdî cih girt.