Ji Mûşê banga ‘mafê hêviyê’ cîbicî bikin 2025-09-15 14:44:25 MÛŞ - Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên li Mûşê xwest ji bo “Mafê hêviyê” di qanûnan de sererastkirin bên kirin û banga cîbicîkirina biryara DMME’yê ya têkildarî Abdullah Ocalan kirin.    Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), di 18’ê Adara 2014’an de, cezayê muebbeda girankirî yê bêyî xwedî mafê berdana bişert ê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye birîn, weke binpêkirina xala 3’yemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME)  (mafê hêviyê) ku îşkence û miameleya xerab qedexe dike, dît û biryara binpêkirinê da. DMME’yê, biryarên bi heman rengî ji bo girtî Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Civan Boltan jî da. Lêbelê Tirkiyeyê tevî bi ser biryarê re 11 sal derbas bûne jî ji bo jiholêrakirina vê binpêkirinê tu gavek neavêt.  Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KW KE) îro dê bicive û rojeva wê “Mafê hêviyê” ye. Piştî civîna ku dê sê rojan bidome, tê payin ku Komîte têkildarî Tirkiyeyê biryara navberê bide. Ji bo cîbicîkirina biryara DMME’yê duh li gelek bajaran bang hat kirin.    Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî ên duh tev li daxuyaniya li Mûşê bûn, xwestin biryar tavilê bê cîbicîkirin. Rêveberê DBP’a Mûşê Îrfan Kandemîr, xwest biryara têkildarî Abdullah Ocalan û girtiyên din bê cîbicîkirin. Kandemîr, got: “Ji bo birêz Ocalan di şertên însanî de bijî divê tecrîdê rakin.” Kandemîr bal kişand ser hewldanên Abdullah Ocalan ên ji bo çareseriya aştiyane û got: “Bi rastî jî divê em di her qadê de ji proje û fikrên wî sûdê bigirin.”    'EM DIXWAZIN ADULLAH OCALAN AZAD BIBE’    Ji rêveberên rêxistina DBP’a Mûşê Rojhat Acar jî diyar kir ku Abdullah Ocalan aktorê herî girîng ê pêvajoyê ye û heke gavek were avêtin jî divê bi pêşengtiya Abdullah Ocalan were avêtin. Acar, got: “Divê ev tecrîd bi temamî rabe. Em dixwazin Abdullah Ocalan azad bibe.”    Endamê Meclisa Şaredariya Gimgimê Mesût Bîngol jî got: “Ji bo pêvajo bi ser keve divê mafê hêviyê cîbicî bibe. Divê tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan tavilê bê rakirin.”    'DIVÊ HÛN RÊBERÊ GELÊ DIXWAZIN AŞTIYÊ PÊ RE BIKIN MÛXATAB BIGIRIN’    Rêvebera Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) a Mûşê Oya Yildirim jî got: “Banga min ji bo hikûmetê ye; heke hûn bixwazin bi gelekî re aştiyê bikin, wê demê divê ji ewil hûn rêberê wê weke muxatab qebûl bikin û mercên pêwîst ava bikin. Ji bo vê jî em piştgiriyê didin mafê hêviyê. Li gorî me mafê hêviyê pêwîstiyeke. Divê gav bên avêtin. Rêberê vî gelî kî ye? Birêz Ocalan e. Ji bo wê jî divê mafê hêviyê tavilê bibe yasa û were cîbicîkirin.”    Hevseroka DBP’a Mûşê Nûrten Akman jî wiha got: “Em dixwazin dewlet gavan biavêje. Lê naavêje. Ji ewil divê birêz Ocalan were berdan.”