Krîz û hişkesaliyê bandor li amadekariyên zivistanê kir 2025-09-14 11:22:42 DÊRSIM - Welatiyên Dêrsimê ku amadekariyên demsala zivistanê dikin, ji ber bihabûna xurekan û hişkesaliyê bi gazinc in. Welatiyan gotin ku ji ber bihabûna nikarin danûstandinê bikin û ji ber hişkesaliyê berê berhemên wan baş nebû.    Bi hatine meha Îlonê re li Dêrsimê amadekariyên demsala zivistanê dest pê kirin. Hema hema li her taxê mirov bacan, îsot û tiştên cur bi cur ên hişkkirî di pac û şaneşînên malan de dibîne. Li gundan jî her ku zebzeyên hatine çandin berhema xwe didin, tên hişkirin lê rewşa li gundan îsal cuda ye. Ji ber hişkesaliyê, bacan, îsot û bacanreşên îsal hatine çandin berhemeke baş nedan. Hişkesaliya heyî ne tenê zebze, di heman demê de bandor li darên fêkiyan jî kir. Berhema derdikeve bi têrî pêdiviya rojane nake lewma gundiyên Dêrsimê neçar man ku pêdiviyên xwe ji xizmên xwe yên li Xarpêt û Erzînganê bikirin. Amadekariyên demsala zivistanê, ji hêla aborî ve ji bo gelek welatiyan pir girîng e. Lêbelê ji ber ku bihayê wan zêde bûye, welatî zehmetiyê dikişînin.    Welatiyên li gundê Kortanê yê girêdayî navenda Dêrsimê dijîn, gotin ku ji ber bihabûna tiştan û hişkesaliyê, nekarîn îsal zebzeyan hişk bikin û konserveyan çêbikin. Gundiyan, gotin ku her sal hem ji bo xwe hem jî ji bo xizmên xwe yê li derve zebze û fêkî hişk dikirin lê îsal tenê karîne pêdiviyên xwe yên rojane dabîn bikin.    Zulfiye Kargin, got ku di biharê de hatiye gund û ji bo amadekariyên zivistanê çandinî kiriye. Zulfiye Karginê got: “Dema di biharê de em hatin vê derê, me motor danîn baxçeyê û bacan, bacanreş, îsot û hwd. çandin. Dema berê wan derdiket jî me hişk dikir û piştre hem ji bo xwe hem jî ji bo zarokên xwe vediqetand. Lêbelê îsal ji ber seqayê me nekarî tu berhemekê jê bigirin. Tiştên niha em hişk dikin me ji navenda Dêrsimê û Xarpêtê kirine. Di demên berê de me hem ji xwe re hem jî ji cîran û xizmên xwe re hişk dikir. Niha jî dema komkirina Şîlana ye. Wan jî hin ji me hişk dikin hin kes jî ji Şîlanan marmelatan çêdikin. A rast gundê me gundekî avî ye û berhemdar e lê em qîmeta wê nizanin. Divê em avê bi pisporî bi kar bînin ku her kes jê sûdê bigire.”    BERÊ BERHEMÊN WAN BAŞ NEBÛ    Adîle Aslandogmûşê (74) jî anî ziman ku tenê karîne ji sîya zebze û fêkiyên çandin sûd bigirin û got: “Ji tiştên me çandin ka me karî bacanek an jî îsotekê je bigirin an na. Em ji Dêrsimê dikirin û dixwin. Ava me hebû lê ji ber hişkesaliyê av kêm bû û me bi wê avê îdare kir. Tu kesekî tu xêr ji berhema îsal negirt. Ji ber hişkesaliyê, tiştên me ji Dêrsimê kirîn jî biha bûn. Bihayê her zebzeyekî di navbera 35-40 TL’an de diguhere. Ji ber ku hilberîn jî tune ye, di demsala payîzê de bihayê wan du qet zêdetir bûn. Ji ber hişkesaliya îsal me nekarî tu tiştekî bikin. Ji bo hişkkirinê jî me ji derve kirîn.”    NE FÊKÎ NE JÎ ZEBZE BAŞ BÛ    Saîme Arslanê jî got ku zebzeyên wê çandî pir kêmek berhem daye û ev tişt anî ziman: “5-6 darên min ên fêkî hene. Min heta niha kêmek zebze kom kir. Min îsal kîloya zebzeyê bi 40 TL’an kirî û hişk kir. Par baştir bû. Min ji her tiştek hişk kiribû. Ne tenê zebze lê fêkî jî tune bû. Em ji mezinên xwe hîn bûne ku tiştên havînê bo zivistanê hişk dikin. Bi vî rengî tenduristtir e. Lê berê îsal nebaş bû û me jî kirî û hişk kir. Zebzeyê min hêj nû bi ser xwe ve tê.”    MA / Şîrvan Şîlan Çîl