Çemê Mûradê bi gefa siyanurê re rû bi rû ye: Dê bi sedhezaran mirov jehrî bibin 2025-09-12 09:05:11   MÛŞ - Li kêleka Çemê Mûradê, siyanura ku pê li madenan tê gerîn, niştecihên herêmê her roj nêzîkî senaryoya qiyametê dike. Serokê Komeleya Meşeyê Îhsan Aytemiş got: "Li her cihê ku çem digihîje, her wargeh, her zindî û bi sed hezaran mirov dê jehrî bibin. Bi mîlyonan candar dê bimirin."   Piştî pêşkêşkirina raporên cuda yên Nirxandina Bandora Hawirdorê (ÇED) ji bo sê kanên madenê yên ku ji hêla Koza Holding ve li gundê Meleqer ê navçeya Giyadîn a Agiriyê ku di navbera şaxên Çemê Mûradê de li ser qadeke 470 hektarî, xebatên çêkirinê dest pê kirin. Îxtîmala ku siyanûra ku di lêgerînê yên li nêzî xetên fayê yên çalak û li quntarên Çiyayê Tendurekê tê bikaranîn, daxilî Çemê Mûradê bibe, niştecihên derdorê û ekolojîstan diqilqilîne. Serokê Komeleya Têkoşîna li Dijî Erozzyonê, Parastina Xwezayê û Darçandinê ya Meşeyê (Komeleya Meşe) Îhsan Aytemiş diyar kir ku ew bi polîtîkayeke qirkirina ekolojîk re rû bi rû ne.   Aytemîş bi bîr xist ku wan berê wekî endamekî rêxistinên civaka sivîl serdana gundê Meleqer kiriye da ku li ser kana madenan a li Giyadînê hişyariyê bidin û got ku heke xebat bidomin dê gef li av û nebatan bê xwarin. Aytemîş got: "Li wir koçberî dê çêbibe. Ev ê bibe sedema qirkirineke ekolojîk û wêrankirineke mezin. Ji aliyê din ve, li vir xetereyeke din a mezin heye. Maden ji bo Giyadînê xeterek e, lê ji wê wêdetir xetereyeke mezintir heye. Siyanûra ku tê avêtin li nav Çemê Mûradê karesateke pir mezintir e. Telafîkirina vê yekê ne pêkan e. Ji ber vê yekê, siyanûr û bermahiyên din ên jehrî dê tev li wê bibin."   'DÊ JEHRÎ BIBE'   Aytemîş bajarên ku Çemê Mûradê di nav wan re derbas dibe bibîr xist û got: "Her cihê ku Çemê Mûradê digihêje wê, her wargeh, her zindiyek, bi sed hezaran mirov wê jehrî bibin. Bi milyonan candar wê bimirin. Bûyerên penceşêrê yên bêveger wê pir zêde bibin. Ji ber vê yekê, koçberî jî wê dest pê bike. Tiştek heye ku li ser Mûşê divê ez destnîşan bikim. Niha Çemê Mûradê ava vexwarinê dide Mûşê. Ji bo Deşta Mûşê projeyek ji hêla wezaretê ve hatiye pejirandin. Wê niha 780 hezar dekar erdê avî yê Mûşê hebe. Ev deşt wê bibe malek ji bo çandiniyê jî. Ji ber vê yekê, ew ê rasterast zirarên mezintir bibîne. Ji ber ku Çemê Mûradê wê berhemên çandiniyê yên Mûşê av bide, Mûş wê zûtir zirarê bibîne."   'JIYANEKE BÊ ZÊR DIBE, LÊ JIYANEKE BÊ AV NABE'   Aytemîş tekez kir ku xebatên madenê yên ku kîmyewiyên jehrîn bi kar tînin jiyanê dikujin û mînaka kêmbûna ava vexwarinê ya li Ûşakê ya ji ber xebitandina madena zêr bibîr xist. Aytemîş diyar kir ku banga wî ya li ser vê mijarê ji bo hemû beşên civakê ye û got: "Em dibêjin ku jiyaneke bê zêr dibe, lê jiyaneke bê av nabe. Werin em av û axa xwe ji bo madenan wêran nekin. Ev banga me ye. Ez bang li her kesî dikim ku di vî warî de hişyar bin. Ez bang li her kesî dikim ku di vî warî de xwedî wijdan bin. Mafê me tune ku em nifşên pêşerojê ji mafên xwe mehrûm bikin. Bila kes retorîka 'Em jî hewceyê madenan in' neke. Ez bangek lezgîn dikim, ez her kesî vedixwînim hesasiyetê."