Nobeta li Bestayê di tevahiya şevê de domiya 2025-09-10 09:18:45 ŞIRNEX - Bi sedan kesên li Herêma Bestayê ya Şirnexê li dijî talankirina xwezayê hatin gel hev, şevê din heta serê sibehê nobet girtin.    Platforma Saziyên Demokratîk, li dijî talankirina xwezayê ya li navenda Şirnexê û navçeyên wê didome, bi dirûşma “Em rê nadin qirkirina ekolojiyê, em li dijî talankirina xwezayê dimeşin” duh çalakî da destpêkirin. Çalakvanên ku duh meş li dar xistin û daxuyanî dan, li Herêma Bestayê çalakiya nobetê da destpêkrin. Bi sedan kesên tev li nobetê bûn, agir hil kirin û li dora agir bi hev re stran gotin.    Di çalakiya nobetê de gelek caran dirûşma “Bijî Serok Apo” hate berzkirin. Bi derketina rojê re qada nobetê hate paqijkirin. Çalakiya nobetê dê îro piştî daxuyaniyê were bidawîkirin.