HPG: Emîne Erciyes tevî du hevrêyên xwe şehîd bû 2025-09-08 10:24:39   NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin ku endama Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê Emîne Erciyes di 20’ê Nîsana 2020’ê de jiyana xwe ji dest daye.    Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji endamên Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê Emîne Erciyes (Nazli Taşpinar) û endamên YJA Starê Zîn Zagros (Leyla Acar) û Ekîn Amara Toldar (Şehrîban Akin) di 20’ê Nîsana 2020’ê di encama êrişeke hewayî ya dewleta Tirk a li dijî herêma Garê ya başûrê Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane.     Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Yek ji hevrê û pêşengên me hevrêya me Emîne Erciyes bû ku weke jineke leheng a gelê Tirk ji quntara çiyayê Erciyesê tevlî vê têkoşînê bû, bêyî ku gavekê bi paşve biavêje 24 salan bê navber têkoşiya, sekneke gelekî xurt a jin a azad nîşan da û gelek wezîfeyên şoreşgerî bi rûmetdarî hilgirt û bi cih anî. Hevrê Emîne weke şoreşgereke Tirkiyeyî şoreşgereke sosyalîst û enternasyonalîst a rasteqîn bû ku di serî de gelê Kurd dilê xwe ji bo gelên bindest hemûyan lê dida.   Xwe gihand sekn û pêşengiya jin a azad ûw eke endameke Fermandariya me ya Biryargeha Navendî ya YJA Starê di asta herî bilind de bi berpirsyariya têkoşîna me ya azadiya jinê rabû. Bi kesayatiya xwe ya pir reng û pir alî ji helbestê heta bi şano, ji muzîkê heta bi lîstika li nava fîlman nîşan da ku gerîlatî ne tenê şer e, lê modeleke herî mezin a jiyana azad e.”