Belgefîlma ’73 Ferman’ a Nazim Daştan kişandibû hate pêşandan 2025-09-07 10:34:06 NAVENDA NÛÇEYAN - Belgefîlma “73 Ferman” a rojnameger Nazim Daştan kişandibû ku di êrişa bi SÎHA’yan a Tirkiyeyê de hatibû qetilkirin, li Swîsreyê hate pêşandan.  Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn, dema li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nûçe dişopandin, di 19’ê Kanûna 2024’ê de di êrişa bi SÎHA’yan a dewleta Tirk de hatin qetilkirin. Komeleya Meseleyê ji bo bîranîna Nazim Daştan li paytexta Swîsreyê Bernê, merasîmek li dar xist. Di bîranînê de belgefîlma Daştan a “73 Ferman” hate pêşandan.    Di bîranînê de ji ewil li ser navê komeleyê Ozlem Yaşar û Sama Schwarz axivîn. Ozlem Yaşarê di serî de komkujiya DAIŞ’ê ya li Şengalê ya li dijî Êzidiyan bi bîr xist û got ku Daştan heqîqet derxistibû holê lewma hedef hate girtin. Sama Schwarz jî anî ziman ku rojnameger rastiyê derdixînin holê lewma ji hêla dewletan ve hedef tên girtin û got ku ji bo piştevaniya bi rojnamegerên gef li ser wan heye dê çalakiyan li dar bixin.    BELGEFÎLM HATE PÊŞANDAN    Piştre jî belgefîlma “73 Ferman” a Nazim Daştan kişandiye hate pêşandan. Di dema temaşekirina belgefîlmê de beşdaran kêliyên hestiyar jiyan. Piştre jî aktîvîsta jinên Êzidî Gulistan Sevgat hinek beşên pirtûka nivîskar-rojnamegera Alman Ronya Othmann a bi navê Vierundsiebzig (74) xwend. Ronya Othmann çûbû Şengalê û li ser qirkirinê pirtûka xwe amade kiribû.    Bîranîn, herî dawî bi belavkirina tovikên ji Şengalê hatibûn şandin re bi dawî bû.