Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî bi rojeva Helebê civiyan 2025-09-05 11:32:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rayedarên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li Helebê civiyan. Di civînê de li ser cîbicîkirina peymana di 1’ê Nîsanê de hatibû îmzekirin û avakirina komîteyan li hev kirin.    Bi armanca kêmkirina rageşiya li Helebê û pêknîna bendên peymana der barê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de, duh êvarî nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û nûnerên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li bajarê Helebê civiyan. Li gorî nûçeya ANHA’yê; di hevdîtinê de berpirsên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, fermandarên HSD’ê û hejmarek raydarên hikûmeta demkî amade bûn.   Di civînê de, aloziya vê dawiyê li Helebê rû daye, liv û tevgera hêzên hikûmeta demkî ya li derdora taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, domandina pêkanîna bendên Peyama 1’ê Nîsanê ya der barê her du taxan de hatin gotûbêjkirin. Her wiha behsa mekanîzmeya avakirina komîteyên pêkanîna peymanê kirin.   Her du aliyan li ser rawestandina rageşî û tevgera leşkerî ya hêzên hikûmetê li derdora her du taxan û lidarxistina civînan di navbera komîteyên têkildar ên her du aliyan de li hev kirin.   ÇI BÛBÛ?   Hêjaye bibîrxistinê ye ku di 1’ê Nîsana îsal de Meclisa Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û hikûmeta demkî peymaneke ji 14 bendan îmze kiribûn. Peyman girêdayî pêşxistina jiyana hevbeş û parastina niştecihên her du taxan, qedexekirina diyardeyên leşkerî, birêxistina ewlehiya navxweyî, hêsankirina tevgera çûn û hatina şêniyên her du taxan, her wiha avkirina komîteyên pêkanîna bendên peymanê ye.