Li Efxanistanê bîlançoya erdhejê giran dibe 2025-09-02 13:08:55   NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara kesên di erdheja Efxanistanê de jiyana xwe j dest dane, hezar kes derbas kir.    Duh li Efxanistanê bi pileya 6.0 erdhej çêbû. Bîlançoya erdhejê her ku diçe girantir dibe. Li gorî daneyên dawî, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane 1000 kes derbas kir. Xebatên lêgerîn-rizgarkirinê didomin.    Li Kunarê ku bi sedan kes di bin kavilan de mane, xebatên rizgarkirinê didomin.    Ji ber herêma çiyayî û rewşa nebaş a hewayî, komên mudaxilekirinê di xwegihandina herêmê de zehmetiyan dikişînin. Gel jî tev li xebatên lêgerîn rizgarkirinê bûye û birîndar bi helîkopteran sewqî nexweşxaneyê tên kirin.    Piştî banga alîkariyê ya rêveberiya Efxanistanê, welatên weke Hindistan, Swîsre, Çîn, Ingilistan û hinek welatên din ragihandin ku dê alîkariyê bişînin.