Serokên baroyan: Divê Tirkiye modela xwe pêş bixe 2025-08-27 19:51:14   ENQERE - Serokên Baroyên bajaran ku di civîna Komîsyona Meclisê de axivîn destnîşan kirin ku divê Tirkiye modela xwe pêş bixe û gotin ku ji bo hemwelatiyeke wekhev divê mafê kurdan, ziman û nasname di destura bingehîn de bê misogerkirin.    Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ku di çerçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hatibû avakirin li meclisê civîna xwe ya 6emîn li dar xist. Di civîna 6emîn de Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê û serokên baroyên Enkere, Çewlîg, Amed, Hatay, Stenbol, Meletî, Mêrdîn, Mersîn, Wan û Sêwasê bên guhdarkirin. Rûniştina yekem a civînê bi axaftina Numan Kurtulmuş dest pê kir. Piştî axaftina Nûman Kûrtûlmûş Serokê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê Erînç Sagkan axivî.   Piştî Erînç Sagkan serokê hejmar 2'yaan a Baroya Enqereyê Gokhan Agdemîr axivî. Piştre jî Serokê Baroya Çewlîgê Yusuf Ketenalp axivî.    Yusuf Ketenalp anî ziman ku divê hemwelatiya wekhev di mekazagonê de bê mîsogerkirin û wiha got: “Pêwîst e ku zordariya li ser zimanê kurdî, zaravayê kirmançkî û hemû zimanên din ên li van axan têne axaftin bê rakirin. Zaravayê kirmançkî di bin metirsiya windabûnê de ye. Ji bo aştiya civakî, divê xebatên dîrokî û çandî yên hevpar bêne kirin û projeyên têkildar bêne pêkanîn. Divê mafên tenduristî û jiyanê yên girtiyên nexweş, girtiyan bêne parastin û şertên înfazê li gorî rûmeta mirovî û rêgezên hiqûqa gerdûnî bêne sererastkirin. Pêwîst e ku dadwerî bi awayekî serbixwe û bêalî bixebite. Bêqîmetkirina îradeya gel û sepandina qeyûman binpêkirina rêgezên bingehîn ên demokrasiyê, ango mafê hilbijartin û hilbijartîbûnê ye. Ji bo bidawîkirina sepandina qeyûman, divê rêziknameyên qanûnî yên pêwîst bêne çêkirin. Her wiha bi xurtkirina rêveberiyên xwecihî, divê gel rasterast beşdarî rêveberiyê bibe.”   Piştre Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç axivî. Abdulkadîr Guleç jî anî ziman ku daxwaza wan ew ê ku komîsyon rolekî çalak bilîze û ev tişt got: “Qanûneke taybet bê derxistin da ku bi hezaran kesên di zindanan de, li Ewropayê û li derveyî welatên tevlî jiyana civakî û siyasî bibin. Kurd tenê ji ber ku daxwazên xwe yên mafdar anîne ziman, wekî dijmin hatine nîşandan, daxwazên wan cûrbecûr hatine bêqîmetkirin. Divê komîsyona me ev zimanê parçeker red bike û beşên civakê dîsa bîne ba hev. Di rûniştina berê de, dema ku dayikeke aştiyê ya Amedê xwest ku derdê xwe yê ji bo kurê xwe bi kurdî bîne ziman, destûr nehat dayîn, ev yek bi awayekî xwezayî pirsgirêka kurdî jî aşkere dike. Divê mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî yê kurdî bê naskirin. Dewlet divê êdî bi kurdî re li hev bê. Divê komîsyona di meclîsê de hatî avakirin, ji bo aşkerekirina heqîqetê, bin komîsyon û mekanîzmayên pêwîst jî ava bike.”   Piştî Serokê Baroya Amedê Serokê Baroya hejmar 2an a Stenbolê Yasîn Şamli axivî. Yasîn Şamli jî bi lêv kir ku divê zimanê li dijitî û dijmintiyê neyê bikaranîn û got ku weke destkeftiya vê pêvajoyê bi mekazagoneke sivîl û misogerkirina maf û azadiyê be amadekirin. Yasîn Şamli destnîşan kir ku weke Baroya hejmar 2an a Stenbolê ew piştgiriya pêvajoyê dikin.   Piştre jî Serokê Baroya Meletî jî bi lêv kir ku gavên ku wê di çerçoveya pêvajoyê de bên avêtin divê di çerçoveya maf û azadiya kesan de bên avêtin û ew jî weke baroya Meletî piştgiriya pêvajoyê dikin. Serokê Baroya Hatayê Hatay Tut jî di komîsyonê de axivî û pêşniyar û daxwazên xwe anîn ziman.   Herî dawî jî Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz axivî. Sînan Ozaraz anî ziman ku bi avabûna Komara Tirkiyeyê re bi pergala netew dewlet ziman û baweriyên gelên cûda tune hatin hesibandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rola meclîsê bi rastî girîng e. Ji ber vê yekê, komîsyona ku di bin banê meclîsê de hatî avakirin, divê bi rastî rûbirûbûneke heqîqî pêk bîne. Heke em dixwazin gaveke rastî ya aştiyê bavêjin û hêviyê ava bikin, divê em qebûl bikin ku kesên li çiyê jî hemwelatiyên vî welatî ne. Mixabin, nêzîkatiya bêhiqûqî û yekperest a di welat de bûye sedema afirandina PKKê û PKK encam e. Di vê xalê de, rewşa kesên li çiyê, bêyî cudakirinê, divê di zemîna hiqûqî de bê zelalkirin. Di warê maf û azadiyên bingehîn de, bingeha civakeke demokratîk, mafê îfadekirina ramanê, azadiya îfadeyê û mafê rêxistinbûnê divê bêyî sînorkirinên keyfî bi qanûnan bê parastin. Heke em di vî welatî de aştiyeke rastî û yekitiyê dixwazin, di warê hemwelatiya wekhev de, bêyî cudakariya etnîkî, ziman, çand an bawerî, helwesta li hemberî gelê kurd û zimanê kurdî divê bê guhertin. Hemû ziman, çand û bawerî divê bi destûr û qanûnan bêne parastin.   Divê bi zelalî bê gotin ku destûra bingehîn a darbeyê ne destûreke bingehîn a demokratîk e. Lê destûreke ku kurd û elewiyan li derve bihêle jî dê ne demokratîk be. Destûreke ku hemû ziman, çand û baweriyan di nav xwe de bihewîne û misoger bike pêwîst e. Cihên gorên Şêx Seîd, Seyîd Riza û Bedîûzeman Seîd-î Kurdî, ku hê jî nehatine aşkerekirin, divê bên aşkerekirin. Divê ji bo gelê kurd rewşeke ku êşên xwe bijî û bi bîr bîne bê afirandin. Her wiha, bîreke hevpar divê bê avakirin.”   Piştî axaftina civîna baroyan parlamenterên di komîsyonê de mafê axaftinê girtin. Civîn bi axaftina parlamenteran berdewam dike.