ROJEVA 27’Ê TEBAXA 2025’AN 2025-08-27 09:00:19   * Halime Karataş, ji ber ku nikare bimeşe û nikare tu pêdiviyên xwe bi cih bîne, li benda piştgiriya rayedaran e. Halîme Karataş ku hevjînê wê jî astengdar e, 4 sal in di nava nivînan de ye.    * Wezareta Karên Navxweyî, di bersiva pêşniyaznameya têkildarî astengkirina şîna endamê HPG'ê Abdurrahim Erzen de îdia kir ku malbat bi dilxwazî ji mala sersaxiyê derketiye. Lê dayik Asya Erzenê, wezaretê derewand.    * Qeydên kursan ên NÇM'ê dê di 15'ê Îlonê de bi dawî bibin. Ferit Elalmiş bang li ciwanan kir ku beşdarî xebatan bibin.   * Saîde Ulugana ku di pevçûnan de du zarokên xwe winda kiriye û beşdarî merasîma şewitandina çekan a Koma Aştî û Civaka Demokratîk bû, got: "Cenazeyên zarokên me di qutî û çenteyan de dan me, lê tevî vê êşê jî, em dibêjin 'Aştî.'"   * Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Kamîle Kandal diyar kir ku ew ê bi hev re têkoşîna aştî û azadiya jinan bidomînin û bang li jinan kir ku di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de dakevin qadan.    * ÎHD û OHD dê rapora xwe ya çavdêriyê ya têkildarî merasîma çekberdanê ya Koma Aştî û Civaka Demokratîk, li Navenda Giştî ya ÎHD’ê aşkera bikin. (11.00)   * Hêzên Ked Aştî û Demokrasiyê dê li avahiya TUM BEL-SEN’ê ya li Mecîdiyekoyê bi dirûşma “Li dijî şer û kedxwariyê dê demokrasî û aştî bi ser keve” daxuyaniyê bide. (12.00) ZINDΠ   * Di civîna 6’emîn a komîsyona Meclisê de dê li serokên baroyan bê guhdarîkirin. (14.00)   * Li Karşi Sanatê ya li navçeya Beyoglû ya Stenbolê dê hevdîtina “Avakirina aştî û civaka demokratîk” bê lidarxistin. (15.00)   * Meclsa Jinên Ciwan a DEM Partiyê dê li Beyoglûyê bi dirûşma “Em di jiyana sosyalîst de israr dikin. Bi rêbertiya azad xwe birêxistin dikin” şahiyê li dar bixe. (19.00)   * Jin dê li Beşîktaşê “Zincîra jinan a ji bo aştiyê” çêbikin. (19.00)