Li dijî eko-qirkirina li Dêrsimê banga têkoşîna hevpar 2025-08-22 09:01:12 DÊRSIM - Endamê Komeleya Hawirdorê ya Munzurê Mehmet Kaş diyar kir ku tê xwestin bi projeyên wekî maden, HES û GES'an Dêrsim ji mirovan bê xalîkirin û got: "Divê em li dijî vê komkujiyê bi hev re bitêkoşin."  Eko-qirkirin ku li Kurdistanê wekî parçeyele polîtîkaya xalîkirina ji mirovan e, xwezaya Dêrsimê, navendên wê yên baweriyê û mîrateya wê ya çandî hedef digire. Li Dêrsim a ku xwezaya wê di bin gefa madenan, Santralên Hîdroelektrîkê (HES) û Santralên Enerjiya Tavê (GES) de ye, zêdetirî 100 projeyên madenan hene. Li Dêrsimê herî dawî Çiyayên Munzurê wekî qada madenê hat îlankirin. Li vir, li nav sînorê gundê Îksorê ji bo çînko, sifir û zîv xebatên fîzîbîlîteyê hatin kirin. Li qadeke 2 hezar donimî ya di navbera navçeya Xozat û navçeya Pêrtagê de ji bo avakirina kana pomza û qûmê rapora "ÇED ne hewce ye" hat dayîn û li nêzî gundê Hazarî yê navçeya Çemîşgezekê jî ji bo Bendava Tagarê ji aliyê Karên Avê yên Dewletê (DSÎ) xebatên sondajê hatin destpêkirin.      Endamê Komeleya Hawirdorê ya Munzurê Mehmet Kaş destnîşan kir ku Dêrsim ku bi gelek komkujiyan re rû bi rû ye, niha jî bi qirkirineke xwezayê ya mezin re rû bi rû ye. Kaş, bilêv kir ku li her derê Tirkiyeyê li dijî xwezayê êriş hene, lê êrişa li Dêrsimê gelekî mezin e. Kaş, diyar kir ku ew ê wekî komeleyên hawirdorê û saziyên demokratîk têkoşîna xwe ya li dijî vê talanê xurttir bikin û got ku ji sedî 50'yê Çiyayên Munzurê, Geyîksûyê, Alîbogaziyê, Pilemûriye û Xozatê hatin ruxsetkirin û firotin û bi kirê hatine dayîn. Kaş, anî ziman ku li van deran hê xebat nehatine destpêkirin, tenê tê ceribandin ka berteka gel çawa ye û got ku lewma berteka bê nîşandan dê karibe xebatên şîrketên madenan bide sekinandin.    Kaş, da zanîn ku li herêmê xebatên lêgerîna madenê û xebatên ji bo bendavan ên bi piştgiriya dewletê bênavber didomin û got ku dê dawiya van texrîbatan bi navê jiyanê tiştek nemîne. Kaş, bibîr xist ku Dêrsim di seranserê dîrokê de bûye şahidê komkujî û sirgûnan û got: "Berê gund hatin valakirin. Gel hat koçberkirin, lê ev naşibe wan. Niha zirarê didin hemû xwezayê û candaran. Komkujiyeke mezin heye ku xweza ji mirovan û candaran tê xalîkirin. Lewma bedêla wê çi dibe bila bibe divê em li dijî van komkujiyan rabin."    'NAVENDÊN BAWERIYÊ DI HEDEFÊ DE NE'   Kaş, destnîşan kir ku li qada ku wekî qada madenê tê bikaranîn gund û navendên baweriyê hene û wiha domand: "Divê kesên ji bo xwezayê û axa xwe tevdigerin, li dijî kesên ji bo pere, şan û şohretê tevdigerin rabin."    Kaş, bal kişand ser girîngiya têkoşîna li dijî xwezayê û got: "Li çar aliyê Tirkiyeyê êriş li ser xwezayê hene, lê li dijî Dêrsimê êrişeke pir cuda heye."    Kaş ku banga têkoşînê li dêrsimiyan kir, li dijî eko-qirkirinê îşaret bi girîngiya têkoşîna hevpar kir û got: "Divê em li dijî vê qirkirinê bi hev re bitêkoşin."    MA / Şîrvan Şîlan Çîl