Li Aydinê jinek hate qetilkirin 2025-08-18 14:12:01   AYDIN - Polîs H.D., li navçeya Nazîliyê hevjîna xwe ya di qonaxa hevberdanê de bi çekê qetil kir.   Polîsê bi navê H.D. ku li Taxa Zaferê ya navçeya Nazîlî ya Aydinê dijiya, bi çekê êrişî jina di qonaxa hevberdanê de bû, kir. Di êrişê de jin bi giranî birîndar bû. Bi agahdarkirina welatiyan re komên tenduristî û polîsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Piştî mudaxileya ewil, jina birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nazîliyê û li wir jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê jinê ji bo otopsiyê rakirin morga nexweşxaneyê.    Kujer H.D. hate binçavkirin.