Li Nîjeryayê keştî binav bû: 40 kes winda ne 2025-08-18 12:36:54 NAVENDA NÛÇEYAN - Hate diyarkirin ku li bakurrojavayê Nîjeryayê di çemekî de qezaya keştiyê çêbû  û dora 40 kesan winda ne.   Ajansa Neteweyî (NEMA) ya ji rewşên lezgîn berpirsiyar e, ragihand ku di qezaya keştiyekî ya di çemekê li bakurrojavayê Nîjeryayê de 40 kes winda bûne û xebatên rizgarkirina welatiyan didomin. Ajansê, diyar kir ku li eyaleta Sokotoyê keştiya ku 50 rêwî dibir bazarê roja yekşemê danê sibê de binav bûye. NEMA’yê got: “Deh kes hatin rizgarkirin û dora 40 rêwiyan hêj winda ne.”