Li dijî Diyanetê bertek: Jiyana jinan di bin teserûfa jinan bi xwe de ye 2025-08-17 09:59:31   WAN - Endama Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk û aktîvîsta mafên jinan Dîba Keskîn diyar kir ku li Tirkiyeyê rizîbûneke cidî ya civakî heye û got: “Diyanet, vê rizîbûnê dide aliyekê û vê rizîbûnê li ser bedena jinê ji milyonan kesên tên mizgeftê re vedibêje. Ev yek, nîşan dide bê jin di bin zext û gefeke çawa de ne.”    Bertekên li dijî xutbeya Serokatiya Karên Dîyanetê ku mafên jinan dikir hedef, didomin. Diyanetê di 1’ê Tebaxê de li mizgeftên 81 bajaran bi sernavê “Heya û Edeb”ê de cil û azadiya jinan hedef girt. Herwiha di xutbeya 15’ê Tebaxê ya bi sernava “Xwarina heqê evdan, libaseke ji agir e” de, mafê mîrasê û Qanûna Medenî kir hedef. Gelek jinên ji pêkhateyên cuda li dijî Diyanetê bertek nîşan dan. Endama Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk Dîba Keskîn têkildarî bertekên li dijî Dîyanetê axivî.   DIYANET SAZIYA DEWLETÊ YE   Dîba Keskînê diyar kir ku Diyanet di nava dewletê de bi qasî artêşê girîng e û ev tişt got: “Diyanet saziyeke dewlet û desthilatê ye. Ev sazî berî 100 salan ji aliyê Ataturk ve hatiye damezirandin û dora 360 hezar mela di vê saziyê de dixebitin. Diyanet, eyb û fediyê tenê li ser laşê jinan rave dike. Kesên bawermend, bi meraq li melayê Diyanetê guhdar in. Li Tirkiyeyê 90 hezar mizgeft hene, ger her mizgeftê tenê 10 kes jî biçin, ev dike milyoneke mirov. Di xutbeyên înê yên ku li mizgeftên Tirkiye û Kurdistanê tê dayîn de tê gotin ‘jinên ku mil, singa xwe vebike îmana wê nîne.' Ji bo vê gotinê jî pêxember û pirtûkên olî referans nîşan dide. Li vî welatî birçîbûn û dizî heye lê Diyanet qala vê mijarê nake. Ji vê rewşê herî zêde jin jê bandor dibin. Dema em li televîzyon û ragihandinê dinêrin mehane dora 30-40 jin ji aliyê mêran ve tên kuştin. Ji bo qetilkirina jinan piranî têgeha ‘namûsê’ tê nîşandan. Ewqas jin tên qetilkirin lê li dijî vê tu bertekan nîşan nade."   'JIYANA JINAN DI BIN TESERUFA WAN DE YE'   Bi domdarî Dîba Keskînê diyar kir ku ravekirina mijarên olî ya li ser laşê jinan teqebûlê tu tiştekî nake û axaftina xwe wiha qedand: "Ger bertekek li dijî dizî, tundiya mêr tune be û neyê teşhîrkirin, şaşiya mezin ev e. Rizîneke civakî heye. Tirkiye, di rizîna civakî de di nava welatê Ewropayê de di rêza yekemîn û di cîhanê de di nava sê welatên de cih digire. Diyanet, vê rizîna civakî, bêhiqûqiya li welêt nabîne lêbelê her xirabiyê, li ser laşê jinê pênase dike. Ev yek jî hişmendiya desthilat û Diyanetê ya li dijî jinan nîşan dide. Jin çawa bixwaze dê wisa bijî ji ber ku ev jiyan a wê ye. Kes nikare midaxileyê laşê jinê û jiyana wê bike.”