Xetereya belavbûna şewatê: Pêdivî bi helîkopterê heye 2025-08-16 14:46:51   AMED – Şewata ku li navçe Licê cara duyemîn derketibû, li hinek deveran didome. Welatiyan, destnîşan kirin ku ji bo kontrolkirina şewatê pêdivî bi helîkopterê heye.    Şewata ku duh danê nîvro li navçeya Hênê ya Amedê derketibû, li gundê Celik û Fîs ên Licê belav bû. Şewata ku ji ber bandora bayê belav bû, li gundê Huseynik, Dêrçam, Firdewsê, Ziyret, Pirik, Argul, Mizak ên Licê; li gundên Hûrê û Cewzê yên Hênê û li hinek herêmên Karazê belav bû. Di danê sibê de hate ragihandin ku şewat hatiye kontrolkirin lêbelê ji ber bayê şewat li herêmê ji nû ve belav bû.   Welatî û komên agirkujiyê midaxileyê şewata gundên Celik û Hurê dikin. Şêniyên gundê Hurê bi motoran ve midaxileyê şewatê kirin û Hevşaredara Hênê Besîla Narîn serdana herêmê kir û piştgirî da welatiyan. Hate diyarkirin ku li gundê Hurê herî kêm 10 hezar donim erd şewitiye.    Komîsyona Ekolojiyê ya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Nûnertiya Odeya Endezyarên Ceyranê ya Amedê li herêmê lêkolîn kirin û piştgirî dan welatiyan.    ‘MIDAXILEYA KÊM Û DERENG’   Şêniyên gundê Celikê, diyar kirin ku şewat duh li dora Qereqola Duruyê dest pê kiriye. Gundiyan destnîşan kir ku midaxileya şewatê bi derengî hatiye kirin û piştî 24 saetan 2 helîkopter hatine û piştî 2 doran dîsa vegeriyane. Herwiha gundiyan rave kir ku ji ber midaxileya dereng bax û baxçeyên wan zirar dîtîne û bertekên xwe wiha anîn ziman: “Di destpêkê de midaxile nekirin, dîtin ku em ê bişewitin pişt re midaxile kirin.”   Welatiyên gundê Hurê, destnîşan kirin ku şewat li deverên ku wesayîta agirkujiyê nikare midaxile bike derketiye ji ber vê yekê pêdivî bi helîkopterê heye.