Li Kolombiyayê êriş: 3 leşker hatin kuştin, 4 jî birîndar bûn 2025-08-13 11:33:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişa bi dronên bombebarkirî ya li Kolombiyayê de 3 leşker hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.    Li ser Çemê Nayayê yê li ser sînorê bajarê Buenaventurayê yê Kolombiyayê li dijî keştiyeke artêşê, bi droneyên bombebarkirî êriş hate kirin. Li gorî daxuyaniya artêşa Kolombiyayê, di êrişê de 2 leşker û efserek hatine kuştin û 4 leşker jî birîndar bûne. Di heman daxuyaniyê de hate gotin ku êriş ji hêla EMC’ê ve hatiye kirin ku baskekî gerîlayên FARC’ê bû û peymana aştiyê ya sala 2016’an qebûl nekiribû.   Ji roja peymana aştiyê hatiye mohrkirin heta niha Kolombiya pêla tundiyê ya herî mezin dijî. Serokê Dewletê Gustavo Petro, armanc dike ku şerê zêdetirî 60 sal in didome bi dawî bike û bi komên gerîlayan re mizakereyan dike. Lêbelê lîderê EMC’ê Iván Mordisco piştî hevdîtinên salekê domiyan, êdî tev li mizakereyan nebû.    Di demên dawî de bikaranîna droneyên bombebarkirî zêde bûn û ev êriş rê li ber mirinan vedikin. Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî dibêje ku ev çek pir zêde tên bikaranîn.