ROJEVA 13’Ê TEBAXA 2025’AN 2025-08-13 09:00:24   * Endama Koordînasyona TAJÊ Neam Şengal ku li Casenayê bû şahidê merasîma şewitandina çekan, got: "Çekên rizgarker ên Şengalê bûn sembola aştiyê."   * Zahir Serbest ku di Komkujiya Dîgorê de bi birîndarî 17 rojan hat îşkencekirin û paşê hat girtin, got: "Dewlet û dadgeh her tim dixwestin sûc bixin stûyê PKK'ê, lê me hemûyan polîsên ku gule li me reşandin nas dikir."   * Mehmet Beşalti ku di 29'ê Tîrmehê de ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Erzinganê hat berdan, got ku di dema hewadariyê de gava werzîşê dikirin midûrê girtîgehê ji wan re digot: "Hûn ê zêde bêhnê bistînin" û bi vî awayî dibû asteng.    * Kayran Eldemîr ku zêdetirî nîv sedsal e pîşeyê hesinkariyê yê ku ji bavê xwe mîras girtiye didomîne, ev tişt anî ziman: "Ez naxwazim ev pîşe wekî berhemeke ji dîrokî re bimîne."   * Kewê Aslan a kurê wê 15 sal in li Agiriyê girtî ye û Makbûle Kahraman a kurê wê 10 sal in gerîlayê HPG'ê ye, xwestin ku pêvajo bileztir bimeşe û gotin pêwîst e qanûnên ku rê bidin gerîla beşdarî jiyana siyasî bibin werin derxistin.   * Qirkirina daran a li Herêma Bestayê ku Walîtiya Şirnexê îdiaya "me da sekinandin" kiribû, hêj berdewam e.    * Li Wanê dê bi pêşengtiya TJA’yê atolyeyên “Îdeolojiya rizgariyê ya jinê” bên lidarxistin. (13.00)   * Platforma Saziyên Demokratîk dê ji avahiya DEM Partiyê ya Êlihê heta Parka Yilmaz Guney “Meşa aştî û civaka demokratîk” li dar bixin. (20.00)   * Di çarçoveya “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” de dê li Mûş û Wanê şahî û li Mêrsînê jî meş bê lidarxistin. (19.00-23.00)