Ji Weşanxaneya Aramê 5 pirtûkên nû 2025-08-12 10:31:41 AMED - Weşanxaneya Aramê 2 jê yên dîrokê û 3 jî jê yên polîtîka, bîranîn û biyografî bi giştî 5 pirtûkên nû çap kir.    Weşanxaneya Aramê pirtûka bîranînê ya Nesrîp Parvaz a “Di Bin Alalaya Ebbasî de / Zindanên Evînê (Abbasi Lalesinin Altında/Evin Zindanları)", pirtûka biyografiyê ya Sînan Şahîn a “Ronahiya Ewil Çirûska Damezirîner / Hakî Kare (İlk Işık Kurucu Ateş/Haki Karer)”, pirtûkên dîrokê yên A. Fuat Hengirvali ên bi navên “Mehşera Kurdan (Kürt Mahşeri)” û “Dîrok Dema Bûyînê ye (Tarih Oluşma Zamanıdır)” û pirtûka dîrokê ya Nasrullah Kuran a “Prensê Demokratîk (Demokratik Prens)” çap kir.    ‘DI BIN ALALAYA EBBASÎ DE / ZINDANÊN EVÎNÊ’     Wergera pirtûka Nesrîn Parvaz a “Di Bin Alalaya Ebbasî de / Zindanên Evînê” ji hêla Mahmût Yamalak ve hatiye kirin û ji 552 rûpelan pêk tê. Nesrîn Parvaz, têkildarî girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Evînê tên ragirtin dijîn, tecrube û bîranînên wan vedibêje.    ‘RONAHIYA EWIL ÇIRÛSKA DAMEZÎRÎNER / HAKÎ KARE’     Pirtûka Sînan Şahîn a “Ronahiya Ewil Çirûska Damezirîner / Hakî Karer” jî ji 272 rûpelan pêk tê û biyografiya yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Hakî Karer hatiye vegotin.    'MEHŞERA KURDAN’     Pirtûka A.Fuat Hengirvanli ya “Mehşera Kurdan” ji  392 rûpelan pêk tê. Di pirtûkê de qirkirinên li dijî gelê Kurd û gelên din ên li Mezopotamyayê weke “mehşer” hatiye pênasekirin.    'DÎROK DEMA BÛYÎNÊ YE’     Pirtûka A. Fuat Hengirvanli ya bi navê “Dîrok Dema Bûyînê ye” jî ji 464 rûpelan pêk tê. Di berga pirtûkê de wiha tê gotin: “Ev pirtûk tenê dîroka Tevgera Azadiyê venabêje, di heman demê de A. Fuat Hengirvanli nîşan dide ka heqîqet, îrade û wate dema xwe bi demê re kir yek, bê çawa wê bi fikir, zanebûn û têkoşînê re ava dike.”    'PRENSÊ DEMOKRATÎK’     Pirtûka dîrokê ya Nasrullah Kuran a “Prensê Demokratîk” ku ji 296 rûpelan pêk tê jî ji hêla Weşanxaneya Aramê ve hate çapkirin. Di berga pirtûkê de wiha tê gotin: “Ev pirtûk, ji fikirîneke siyasî wêdetir, pêşniyareke pozîsyoneke etîk, zanebûneke şoreşger û rejîmeke heqîqetê ya azadîxwaz e.”