Li dijî jeotermala li Geliyê Periyê meş hat lidarxistin 2025-08-10 16:05:38 ÇEWLIG - Xebatên jeotermalê yên li Geliyê Periyê bi meşekê hatin protestokirin. Di daxuyaniyê de banga têkoşîna li dijî qirkirina xwezayê hate kirin.    Li dijî xebatên lêgerîna ava jeotermal a li gundê Licikê yê navçeya Kanîreşê ya Çewligê meş hat lidarxistin û daxuyanî hat dayin. Daxuyanî, bi pêşengtiya Platforma Parastina Hawirdorê ya Geliyê Periyê li cihê xebatê lê tên meşandin hate dayin. Rêveberên DEM Partî û DBP’ê, endamên tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê, Komeleya Ekolojiyê ya Wanê, TMMOB, rêveberên Komeleya Çewlig Kanîreş Yedîsuyê û nûnerên rêxistinên civaka sivîl tev li bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em li gundê xwe jeotermalê naxwazin, dest nede xwezaya min” û dovîzên “Dest nede hewa, av û xaka min” û “Heke xweza hebe pêşeroj heye” hatin hilgirtin.    Di çalakiyê de beşdaran dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Dest nede xwezaya min” û “Destên qirêjî ji xaka min vekişîne” hatin berzkirin. Di daxuyaniyê de ji ewil Berdevkê ÎKK’a Bajar a TMMOB’a Çewligê Canfîdan Yoldaş axivî û got ku gelê Licikê qadên xwe yên jiyanê diparêzin.    ‘TMMOB DÊ LI DIJ BISEKINE’      Yoldaş, diyar kir ku dema xelkê Licikê xwe gihandî wan got ku ew bi tu awayî van xebatan naxwazin û dê li dijî wê têbikoşin. Yoldaş, wiha domand: “Weke TMMOB’ê me jî kirariyên fermî da destpêkirin û lêkolîna pêwîst kir. Di tu proje û destûrên fermî de, tu daneyek nîne ku bibêjin dê ji avê enerjiya termalê were bidestxistin. Destûra niha hatiye dayin, proje û tevahiya rûxsetkirina heyî, temînatê didin ku ji bo bikaranîna di serevaniyê de yan jî di testa turîzmê de bê bikaranîn dide. Ev yek aşkera ye. Heke li vir ava termalê ya ji bo hilberandina enerjiya ceyranê peyda bikin, dibe ku derbasî qonaxeke nû anku projeyeke nû bibin. Dibe ku wan pêvajoyan bidin destpêkirin lêbelê divê bizanin ku heke hewldaneke wisa çêbibe, dê TMMOB û tevahiya dînamîkên sivîl ên li vê derê, partiyên siyasî û gelê Licikê li dijî vê xebatê bisekinin.”    ‘EM Ê XWEZAYA XWE LI DIJÎ TALANÊ BIPARÊZIN’      Nûnerê Platforma Parastina Hawirdorê ya Geliyê Periyê Hidi Tekîn jî diyar kir ku bi hefta ye bi gundiyan re pêwendî danîne û agahî bi wan re parve kirine. Tekîn, got: “Weke ku tê zanîn, gundê me dilê Geliyê Periyê ye û di bin navê hotêlvaniya jeotermal û seravaniyê rûxsetkirin çêbûye. Weke platform bi heftaye em hevdîtinan dikin û em hîn bûn ku armanca esasî ya ji xebatê ew e ku bi enerjiya jeotermalê ceyranê hilberînin. Em vî geliyî û hemû zindiyan, weke qada hevpar a jiyanê dibînini. Ji bo hewldana we ya ku ev qada me ya hevpar a jiyanê tune nebe, spasiya we dikim.”    Nûnerê Platforma Parastina Hawirdorê ya Geliyê Periyê Ekrem Alan jî ev tişt anî ziman: “Di mijara JES û sondajan de êdî her têkoşîn, di çarçoveya xweparastina rewa de ye. Divê her kes bi vê rewşê fêm bike. Dixwaze li qada çalakiyê dixwaze jî di qada pêvajoya hiqûqî de yan jî li platform û qadan, li her derê û di her şertan de em ê bi gelê xwe re bin. Bi hêza em ji piştevaniyê digirin re em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Bila her kes bi vê bizane ku weke xwediyên esasî yên Geliyê Periyê, em biisrar in ku gelî û gundên xwe li dijî her cureyên talan, wêranî û hewldanên rantê biparêzin. Bila gumana kesekî nebe ku bi hêza em ji hev digirin re dê gelî û xaka xwe biparêzin. Heta ku piştgiriya gel hebe tu astengî nikarin xwe li ber me bigirin.”    PIŞTÎ DAXUYANIYÊ MEŞ HAT LIDARXISTIN     Piştî daxuyaniyê stran hatin gotin. Piştre jî girseyê bi dirûşman ber bi qada sondajê ve meş li dar xist.    Çalakî, piştî meşê bi dawî bû.