ROJEVA 6’Ê TEBAXA 2025’AN 2025-08-06 09:00:15   * Hevserokên DBP’ê yên Erzirom û Mûşê, bal kişandin ser daxwazên ku di Hevdîtinên Aştî û Civaka Demokratîk de derketine pêş û gotin: "Di civînên me de tişta ku civak hêvî dike ew e ku hikûmet gavên zelal biavêje."   * Delal Tekdemîr a 68 salî ku her du çokên wê jî bi protez in, bi hinceta “beşdarî çalakiyên werzîşê nebûye” û çendî ji zanîngehê mezûn e jî bi hinceta “beşdarî kursên xwendin-nivîsandinê nebûye” berdana wê hat taloqkirin.    * Oznûr Evîn û Şukran Şen ên TJA’yî diyar kirin ku jin dê pêşengiya pêvajoyê bikin û gotin: "Divê her kes zanibe ku jiyan dê li dora jinên azad were avakirin. Jinên ku bindestên bindestan bûn niha di pozîsyona pêşengiyê de ne. Me ev yek di merasîma şewitandina çekan de dît. Ji bo dîroka jinan pir girîng bû ku merasîm ji hêla jinan ve hat birêvebirin."   * Li navçeya Bûlancakê 2 şîrket dixwazin li qadên daristanî û zeviyan û baxçeyên findiqan xebatên sondajê yên lêgerîna madenê bikin. Ji bo her du şîrketan biryara "ÇED ne hewce ye" hat dayîn.   * Rêxistina DBP’ê ya Şirnexê dê bi beşdariya Hevserokê Giştî Keskîn Bayindir li hotêleke bajar 2’yemîn Kongreya Asayî li dar bixe. (12.00)